Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê: Polîtîkayên tekperest li zimanan gef e

HDP, HDK, DBP û ÎHD’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişandin li ser polîtîkayên tekperest ên dewleta Tirk ku gef in li ser zimanan.

Meclîsa Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de bal hatiye kişandin li ser polîtîkayên tekperest ên çandî yên ev 100 sal in tên pêkanîn.

HDP: WARÊN ZIMANÊN MIRÎ YÊN POLÎTÎKAYÊN TEKPEREST RÊ LI BER WÊ VEKIRÎ

Di daxuyaniya HDP'ê de wiha hate gotin, "Nêzî sed sal in polîtîkayên tekperest ên çandî li ser erdnîgariya me tên ferzkirin bûye sedema wendabûna zimanên dayîkê, her wiha bûye sedem Anadoliya ku warê şaristaniyane veguhere warê zimanên mirî. Serwerbûna paradîgmaya tek netew, tek ol û tek ziman ya li ser qada çandî bûye sedemê erîzyona çandî. Êdî li van axan zimanê Yewnanî ya Kapadokyayê û Mlhaso ku jê re tê gotin Ûbihça û Sûriyaniya Rojhilat nayê axaftin. Li gorî daneyên zimanzanan ev lîste ber bi zêdebûnê ve diçe. Li gorî Atlasa Zimanên Di Bin Metirsiyê ya Cîhanê UNESCO, li Tirkiyê 18 ziman ketine nav pêvajoya tunebûnê."

HDP’ê bibîr xist ku di serî de zaraweya Kirmanckî ya Kurdî û Lazî û Hemşînî, gelek ziman di bin metirsiya tinebûnê de ne û wiha pêde çû: "Her wiha zimanên Ladîno, Gagavûzî, Romanî, Ermenîkiya Rojava, Tûroyo (zaraweya Sûriyanî), Yewnaniya Pontûs, Abazayî, Adigeyî, Abhazî, Kabardey û Çerkezî di kategoriya zimanên hesas ên li ber şkandinên ne de tên dîtin. Zimanê Kurdî ku yek ji zimanê herî kevin ê zimanên li Mezopotamyayê ye; ji qada giştî, kolanan û jiyana rojane û hemû qadana dûr hatî girtin, li meclîsê ku navenda temsîlî ya herî girîng a gelên me ye weke zimanê ku nayê zanîn tê tomarkirin. Îro hê jî ji ber ku li kolanê bi Kurdî axiviye, qesta canê mirovan tê kirin. Bê guman ev şert û merce ji aliyê dewletê û organê rêveberiya wê ango hikumetê ve tê avakirin."

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin, banga rawestandina demildest a polîtîkayên qedexeker û serkutker yên li ser zimanên dayîkê û polîtîkayên bişaftinê yên li ser çandên resen û baweriyên gelên me tê ferzikirin dubare dikin. Beriya ku dereng bibe divê dest ji van pêkanînên tekperest, ji xwe nedîtin û qedexeker bê berdan."

HDK: ZIMAN JI BER XWE VE TUNE NABIN…

Bi heman boneyê ve Meclîsa Bawerî û Gelan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî daxuyaniyek nivîskî da û qala zimanên ku tine bûne û di bin metirsiya tunebûnê de ne kir.

HDK’ê ragihand: "Dema em wisa bihizirin ku danehevên çandî yên dîroka mirovahiyê bi rêya zimanên dayîkê ji neslên li pey xwe re tê vegotin, ev tunebûn tê wateya tunebûna hemû mîrasên çandî û hizrî. Her wiha tê wateya ji navçûna pêvajoyek ya bîrewerî û paşerojek hevbeş. Em baş dizanin ku zimanên li ber tunebûnê ne ne ji ber xwe, ji ber polîtîkayên tekperestker tune dibin. Em wek Meclîsa Bawerî û Gelan a HDK’ê bi wesîleya Roja Cîhanê ya Zimanê Dayîkê careke din dibêjin ku em di vê zanebûnê de ne ku heya hiyerarşiya ku desthilatdaran di navbera zimanan de avakirî hilneweşe wê azadiya ziman û çandan pêkan nebe."

DBP: 18 ZIMAN BI TUNEBÛNÊ RE RÛ BI RÛ NE

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hişyarî da ku li Anadoliyê û Mezopotamiyayê 18 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne û wiha domand: "Gelek ziman û gel ku li hemberî wan hemû polîtîkayên zext û bişaftinê tune dibin, gelê Kurd û zimanê wê li berxwe da û heya roja me ya îro karî bê."

DBP’ê dazanîn ku berpirsiyariya herî mezin ya li ber tunebûna zimanekê dikeve ser milê gel û got: "Eger ku gel zimanê xwe li mal, dibistan, bazar, dayîreyên dewletê û hwd wate li her qadên jiyanê bikar bîne, wê ziman xwe nû bike û pêş bixe. Ji ber wê divê em zimanê xwe yê Kurdî li her qadên jiyanê bikar bînin. Divê piştgiriyê bidin saziyên ku xebatên têkildarê ziman dikin û ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyî têbikoşîn. Divê hemû xebatên xwe yên ji qada tendirustiyê heya perwerdê û ji qada civakî bigre heya qadên siyasî bi Kurdî birêve bibin. Di pêvajoyek wiha bi zêdekirina leza xebatên ji bo yekîtiya netewî re divê xwedî li zimanê dayîkê ku yek ji kevirên bingehîn ên yekîtiya netewî ye derkevîn û yekîtiya xwe ya netewî ava bikin."

ÎHD: DIVÊ AMÛRÊN ZORÊ YÊN LI SER ZIMANAN BÊN RAKIRIN

Navenda Giştî ya Saziya Mafê Mirovan (ÎHD) diyarkir ku pêwîste amûrên zorê û polîtîkayên tekperest û bişaftinê yên li ser zimanan bên rakirin û wiha domand: "Divê amûrên zorê û polîtîkayên tekperest û bişaftinê yên li ser zimanan bên rakirin. Pêwîste derfetên ji bo ku gel bikarin bi zimanên xwe biaxivin, perwerde bibînin û bikarin jiyan û çandên xwe bidomînin werin amadekirin."