Cenazeyê şervanê QSD’ê Hemîd El Mûsa hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Hemîd Xelîl El Mûsa yê 23’ê Gulanê li Dêrazorê şehîd bibû, Şedadê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Hemîd El Mûsa ku 23ˊê Gulanê li Dêrazorê şehîd bibû, li Şedadê hat veşartin. Bi sedan xelkê Şedadê û bajarokên wî, malbatên şehîdan, endamên saziyan, rêveberiyên sivîl, komîteyên perwerdê û QSDˊê tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ewde El Hisên axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd Hemîd El Mûsa re dixwazin."

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Şedadê Mihemed El Edîb jî axivî û got: "Hemîd El Mûsa di dema li ser erka xwe ya parastina xak û rûmetê de rûmeta şehadetê qezenc kir."

Merasîm bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.