Dewleta Tirk li Efrînê welatiyek din revand, wesayîta wî desteser kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek din jî revandin.

ÇETEYAN WELATIYEK REVAND

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên Sultan Murad ên girêdayê dewleta Tirk a agirker welatiyê bi navê Mihyedîn Mihemed ê 41 salî revandin û dest danîn ser wesayîta wî.

Hat ragihandin ku Mihyedîn Mihemed ji gundê Kopik ê navçeya Mabata ye û li taxa Zeydiye ya bajarê Efrînê hat revandin.

Hat destnîşankirin ku çeteyan ji sala 2018’an ve dest danîne ser mala Mihyedîn û dema Mihyedîn daxwaza mala xwe kir çeteyan wî revandin û wesayîta wî jî desteser kirin.