Bersiva çeteyan hate dayîn: 3 çete hatin kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşan da û 3 çete kuştin.

LI DIJÎ ÇETEYAN ÇALAKÎ

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Yalanli yê Minbicê, zeviyên çandiniyê dan ber agir.

Şewat hîn didome, tîmên agirkujiyê ji bo vemirandina agir mudaxeleyên xwe didomînin. Hat destnîşankirin ku ji ber bayê şewat ber bi cihên niştecihiyê ve diçe.

Li aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Um El Qura yê Şehbayê bi obusan bombebaran kirin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva çeteyan da.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di encama gulereşana li dijî çeteyan de, 3 çete hatin kuştin. Wesayîteke bombebarkirî hat îmhakirin.

‘EM Ê XAKA XWE BIPARÊZIN’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê têkildarî êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Cîgira hevserokatiya Meclîsa Rêveber a kantonê Ayat Dendel daxuyanî xwend. Endamên rêveberiyê, Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclîsa Malbatên Şehîdan û partiyan di dema dayîna daxuyaniyê de amade bûn.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de careke din dagirkerî red kir û êrîşên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk ji van êrîşan dixwaze vîna gel bişikîne.

Rêveberiyê da zanîn ku dewleta Tirk niha derbasî qonaxa hedefgirtina qût û debara gelê Sûriyeyê bûye ku zeviyên çandiniyê topbaran dike û dişewitîne û di dawiyê de diyar kir ku şêniyên kantonê dev ji axa xwe bernadin û dê li kêleka hêzên leşkerî, herêmên xwe ji êrîşan biparêzin.