BI DÎMEN

Li Kantona Firatê ezmûn destpê kirin

Li Kantona Firatê xwendekarên ku tevlî ezmûna wêjeyî û zanistî bûn, diyar kir ku ew gelekî şanaz in ku bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin.

Ji xwendekarên azad re ezmûnên dawiya salê hatin kirin. Xwendekarên azad di herdû qonaxên amadehî û navîn dest bi ezmûnên xwe kirin. Ezmûn wê heta 13’ê Hezîranê berdewam bike. Xwendekarên ku di Amadehî (Zanistî û Wêjeyî) hejmara wan dighêje 274 xwendekaran yê navîn jî 67 xwendekar in.

Berdevkê Navenda Ezmûnên Xwendekarên Azad Heysem Hiso ragihand ku îsal rêjeya xwendekarên ku tevlî ezmûnan bûne zêde ye û got, "Xwendekarên me îro dest bi ezmûnê kirin, hejmara xwendekarên azad yê amadehî 274 xwendekar in yê beşa wêjeyî 161 û yê beşa zanistî jî 113 xwendekarin. Her wiha yê Navîn jî 67 xwendekar in. Îro jî ezmûnên yekeme, ya refa 9`an a navîn dîroke, ya amadehî wêjeyî jî Felsefe ye û ya amadehî zanistî jî zindînasî ye. " 

Hiso diyar kir ku wê heta 13’ê Hezîranê ezmûnê herdû qonaxan berdewam bike û wiha got, “Hemû xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê tevlî van ezmûnan dibin. Mînak xwendekarên Ereb bi erebî ezmûn dibîne, Kurd jî bi zimanê xwe yê dayikê ezmûnê xwe dibîne.”

Xwendekara Beşa wêjeyî ya amadehî Sîdar El Dalî, got, "Pirsên me yên hatine rêzkirin xweş bû. Em jî xwedî wê kêfxweşiyê ne ku bi zimanê xwe yê dayikê ezmûnên xwe dibînin. Îro sala 3’yemîne ku ev biryara xwendina azad hatiye dayîn û ev biryar jî gelekî xweşe.”

Xwendekarê amadehî ya beşa Zanistî Zerdeş Smayîl Hisî, jî ani zmina ku ji ber îro ew ezmûnê bi zimanê dayikê li dibistanê bi awayekî fermî dibînin gelek şanaz in û wiha axivî, “Îro beşa me ezmûnê Zindînasî bû. Ew ezmûn jî bi rengekî xweş derbas bû. Em gelekî kêfxweş in ku bi zimanên xwe dixwînin.”