BI DÎMEN

Li Kantona Firatê namzetên hevşaredariyê dest bi xebatên xwe kirin

Li kantona Firatê bi Hevbendiya partiyan heta niha 334 namzetan xwe hilbijartine û dibêjin ku ew ê bi vîna jinê ya azadiyê, şaredariyên demokratîk ava bikin.

Li kantona Firatê ji bo hilbijartinên 11`ê Hezîranê, 334 namzetên Partiya Hevbendiyê ji bo xebatên hilbijartinê xwe amade kirine û diyar kirin ku ew dixwazin şaredariyan bi awayekî demokratîk bi rêve bibin. Têkildarî namzetên partiya û Hevbendiya partiyan namzetan û Berdevkê Lîsteya Hevbendî a gelan û jinan ji bo azadiyê ji ANF`ê re axivî.

Endamê Desteya Rêveberiya Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk û Berdevkê Lîsteya Hevbendî a gelan û jina ji bo azadî a Kantona Firatê Ehmed Xoce axivî û got, “Piştî Hevpeymana Civakî ya ku ji aliyê Meclîsa Gelan ve hatibû erêkirin, dest bi nûbûnekê kir. Yek ji nûkirina ku me dayî ber xwe ew e hilbijartinên şaredariyan, li gorî Komseriya bilind jî dest bi amadekariyên hilbijartinê hatin kirin. Di 30`ê Gulanê de dem hat diyarkirin ku hilbijartin bê kirin, lê ew dem hat taloqkirin û bû 11`ê Hizêranê. Ji wê demê ve jî dest bi amadekariyan hat kirin." 

`334 NAMZETAN XWE JI BO HILBIJARTINÊ AMADE KIRIN E` 

Xoce, diyar kir ku ew weke partiya PYD`ê û partiya Jin Kongra Star bi hev re lîsteyên xwe yê navên namzeta hilbijartinê diyar kirin e û dest bi hilbijartinên pêşwext a namzetan hat kirin û wiha axaftina xwe domand, "Hilbijartinên partiya PYD`ê û Kongra Star a pêşwext weke destpêka hilbijartinê ye, niha jî ji aliyê Komseriya Bilind ve hemû partiyan dest bi propgandayên xwe dikin. Me û 22 partiyan bi navê Hevberndiya Gelan û Jin ji bo azadiyê, dest bi hevgirtinê kir. Ji bo wê jî namzetên me li pêşiya gelê me xwe didin naskirin û propogandayên xwe dikin. Heta niha jî 334 namzet xwe ji bo hilbijartinên 11`ê Hezîranê amade dikin." 

Namzetê Şaredariya Bajarê Qinê Omer Silêman, destnîşan kir ku ew ê ji bo gelê xwe di nava xizmetê de bin û wiha pêde çû, "Em ji dijminê xwe re dibêjin, em ê li hemberî her kiryarên wan bisekinin û em ê jî bi hilbijartinên xwe têkoşîna xwe berdewam bikin û li tevahiıya şaredariyan sîstema demokratîk pêk bînin. Em ji bo gel in û ji bo xizmeta wan hen in. Em û 22 partiyên Hevbendî a Jin û Azadiyê bi hevra em ê şaredariyên demokratîk temsîl bikin." 

‘BI VÎNA JIN EM Ê ŞAREDARIYÊN DEMOKRATÎK AVABIKIN Û BI SER BIXIN` 

Namzeta Hevşaredariyê ya bajarê Kobanê Mizgîn Elûş, jî anî ziman ku ew vê hevgirtina gelan li tevahî gelan pîroz dike û wiha axivî, "Em vê serketinê li Rêber Apo û tevahî şervanên azadiyê pîroz dikin. Bi vîna Jin Jiyan Azadî ber bi şaredariyên demokratîk de, îro hemleya propogandayê kiriye û hemû projeyê xwe ji gel re didin diyar kirin. Em wê hêviyê di gel de dibînin ku em ê bi îradeya xwe şaredariyeke demokratîk ava bikin û bi ser bikevin. Em ê bi ruhê Rêber Apo, fikr û felsefa wî şaredariyên demokratîk bidin avakirin."