BI DÎMEN

‘Li gor zagonên cîhanî girtina Silêman Ehmed sûcekî pir mezin e’

Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Mihemed Emîn da zanîn ku di hemû qanûnên mafê mirovan ên cîhanî de girtina rojnamevan Silêman Ehmed sûcekî pir mezin e.

ROJNAMEVAN SILÊMAN EHMED

Rojnamevan û Edîtorê beşa Erebî ya Ajansa Rojnews Silêman Ehmed di 1’ê Cotmeha 2023’yan de, ji ber bavê wî wefat kir, xwest serdana malbata xwe ya li Taxa Şêxmeqsûd a girêdayê Helebê bike. Dema ku Silêman Ehmed xwest 25’ê Cotmeha 2023’yan li deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. 217 roj in rojnamevan Silêman Ehmed girtî ye.

Têkildarî vê yekê Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Mihemed Emîn ji ANF’ê re axivî.

Mihemed Emîn diyar kir ku li gorî zagonên navnetewî dîl girtina Silêman Ehmed sûcekî pir mezin e û wiha got: “Di 22’yê Gulana 2024‘an parêzerên Silêman Ehmed pê re hevdîtin kirin. Di wê hevdîtinê de tenê çend xuleq Silêman Ehmed bi dayika xwe re axivî. Tê zanîn ku PDK ji bo armanca dewleta Tirk a dagirker, dixebite. Mirov dikare bêje ku berjewendî û armanca dewleta Tirk a dagirker ji aliyê PDK ve tê pêkanîn.”

‘DI ZAGONÊ CÎHANÊ DE GIRTINA SILÊMAN EHMED QEDEXE YE’

Mihemed Emîn bal kişand ser rewşa rojnamevan Silêman Ehmed a di aliyê zagonî de û ev tişt bilêv kir: “Di milê zagonî de mafê rojnamevanekê/î heye ku biaxive, pêşniyar û serdanan bike. Di sala 1899 û 1907’an de mafê mirovan hatiye erêkirin û zagona yekemîn li ser hat sekinandin mafê rojnamevanan bû. Mafê rojnamevan pir girîng e. Ji ber ku dema rojnamevan werin girtin, wê rastiyek ji rastiya cîhana me were windakirin. Di hevpeymana ku sala 1949’an li Cenevre hat erêkirin de, nêzikatiyên şaş ên li hemberî rojnamevanan hatin qedexekirin. Her wiha li gorî hevpeymanê çi kes be, çi dewlet be divê derbarê rojnamevanan de tu sûc nekin. Di sala 1966’an de hevpeymanek bi navê ‘Mafê Sivîlan’ hat avakirin, ev jî di xala 19’an de yek ji xalên herî girîng e. Ya herî girîng divê nêzikatiyek çewt li rojnamevanan neyê kirin û sûcê herî giran jî girtina rojnamevan e. Li gorî xala 7’an a zagona pergala Romayê ku di 18’ê Tîrmeha 1998’an de hatiye avakirin, revandina rojnamevanan sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Li gorî hevpeymana Emerîkayê ya Mafê Mirovan, di xala 13’an de binpêkirina mafê rojnamevanan hatiye qedexekirin. Her wiha hevpeymana Ewropa di xala 10’an de sûcên li dijî rojnamevanan şermezar û qedexe dike. Hevpeymana Efrîqa jî di xala xwe ya 9’an de van tiştên xirab ên li dijî rojnemevanan tên kirin, qedexe dike. Hevpeymana Ereban jî di xala 32’yan de nêzikatiyên şaş ên li dijî rojnamevanan qedexe dike. Netewa Yekbûyî jî têkildarî parastina mafên rojnamevanan di sala 2022’yan peymanek çêkiriye.”

Mihemed Emîn da zanîn ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed a ji aliyê PDK’ê ve, ji bo tevahî qanûnên cîhanî jî suc e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mafê rojnamevanan gelek berfireh e. Ji ber rojnamevan çavê rastiyê civakê ye. Divê ew kesên ku rojnamevan Silêman Ehmed revandine, li gorî mafên mirovan re werin dadgehkirin û Silêman Ehmed mafê xwe bi dest bixe.”