BI DÎMEN

Neylan Solmaz Saçilik: Em ê li dijî qanûna komkujiyê li ber xwe bidin

Endama ÎHD'ê Neylan Solmaz Saçilik anî ziman ku ew ê qanûna komkujiyê ya ji bo kûçikan tê derxistin nas nekin û got: “Heke qanûn li meclîsê were qebûlkirin jî em ê nehêlin pêk were û em ê li ber xwe bidin.”

MAFÊ JIYANÊ YÊ LAWIRAN

Înîsiyatîfên Ji Bo Jiyanê Bijî û Ajal Jiyan Azadî li dijî qanûna kuştina ajalan 64 roj in di çalakiyê de ne. Neylan Solmaz Saçilik a ku ji roja ewil beşdarî çalakiyê dibe, diyar kir ku heke qanûn li meclîsê were qebûlkirin jî ew çalakiya xwe bidomînin.

Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Neylan Solmaz Saçilik, li ser qanûna komkujiya ajaln a ku ji aliyê Komîsyona Meclîsê ve hat qebûlkirin ji ANF'ê re axivî.

Neylan Solmaz Saçilik diyar kir ku heke qanûn bikeve meriyetê jî ew ê nehêlin qanûna komkujiyê pêk bînin û ev tişt anî ziman: “Dema ku ev qanûn çêkirin, parêzvanên mafên mirovan, parêzvanên mafên ajalan, parêzvanên mafên jiyanê wekî referans negirtin. Dijminên ajalan birin salonê. Di komîsyonê de dijminên ajalan hebûn û bi wan re ev qanûn çêkirin. Li Meclîsa Mezin a Tirkiyê sûcekî mezin hat kirin. Desthilatiya ku gel ev erk daye wan, erka xwe ji bo kuştina ajalan bi kar anîn û bi vî awayî sûc kirin. Ev qanûn di meclîsê de derbas bibe yan nebe ferq nake em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê parastina xwe ya jiyanê bidomînin. Em vê qanûnê nas nakin û em ê nehêlin bi cih bînin."