BI DÎMEN

Malbatên şehîdan: Em ê tim li ser xeta gerîlayên xwe bin

Malbatên Şehîdan ên Kantona Cizîrê êrîşên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku wê heta dawiyê li ser şopa zarokê xwe bin.

Dewleta Tirk a dagirker sed sal in li ser gelên Kurdsitanê qirkirinê dimeşîne û ji bo gelê Kurd tine bike her tiştî dike. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi salan e derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dixin. Bi taybetî jî di van mehên dawî de bi opersyonên şoşgerî derbên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin û hîn jî dixin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Rebîe Hisên, Endama Komîteya Şopandinê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatma Hesen El Casim, bavê şehîd Nesrîn Hisên Ebdullrehman û Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Ubêd Etê der barê êrîşên dewleta Trik û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de nêrînên xwe ji ANF’ê re anîn ziman.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Rebîe Hisên a ku dayika şehîd Memo ye, anî ziman ku zêdetirî 40 sal in dewleta Tirk şerê Kurdan dike û her çiqas plana xwe a tune kirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dide pêş, li hemberî wê gerîlla bi hêztir dibe. Rebîa Hisên da zanîn ku dewleta Tirk tu carî nikare Gerîlayên Azadiya Kurdistanê  tune bike û got: “Em jî weke malbatên şehîdan û taybet jî weke dayikekê, eger ji me were xwestin em ê li kêleka gerîlayên xwe şerê dagirkeran bikin. Em her tim li pişta gerîlayan in. Ji ber ku gerîla zarokê me ne, hebûna me ne û hêza me ne û parastina çar parçeyên Kurdistanê dikin. Em bi gerîlayên xwe hene.”

‘GERÎLA LI ÇIYAYÊN AZAD LI BER XWE DIDIN’

Endama Komîteya Şopandinê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê, hevjîna şehîd Dear El Cerboû û dayika şehîd Feysel El-Cerboû, Fatma Hesen El-Casim a ji pêkhateya Ereb e ev tişt gotin: ''Gerîlayên Azadiya Kurdistanê parastina dozeke rast dikin û ji bo azadiya gelên bindest têdikoşin. Armanca van êrîşên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêk tînin ji bo şikandina vîna gel e. Dewleta Tirk her tim destê wê di xwînê gel de heye û her tim jî destdirêjîya xwe li welatên cîran dike û mafên wan binpê dike. Hemû cîhan li hember van kiriyaran bêdeng in. Lê em weke dayik dibêjin ku her yek di nav gerîla de ji bo parastina ax û rumeta xwe li çiyayên azad li ber xwe didin. Hemû gerîlayên azadiyê zarokê me ne. Em jî xeta zarokên xwe bernadin. Heta ku hemû gelên bindest azad bibin wê têkoşîn bidome.”

‘DEWLETA TIRK BI ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ JÎ NIKARE BI GERÎLAYAN’

Bavê şehîd Nesrîn, Hisên Ebdullrehman jî diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû çekên xwe ên giran û ên qedexekirî êrîşî ser gerîlayan dike û wiha domand: “Gerîlla bi salan e di çiyayên azad de ji bo rizgarkirina gelê Kurd li ber xwe didin û ked didin. Îro dewleta Tirk bi hemû teknîka xwe yê pêşketî û çekên di navnetewî de hatine qedexekirin êrîşên çiyayên azad  dike. Lê her çiqas dewleta Tirk êrîşên xwe ser çiyayên azad de xurt bike jî wê vîna gerîlayên ku di wan çiyayan de soz dane gelê xwe û şehîdê xwe tu carî lewaz nebe. Wextê mirov daxwaza welatek azad bike wê qelenê wî welatî jî giranbuha be. Ji bo wê çawa ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, dewleta Tirk bi dehan caran di wan çiyayan de têk birine wê hertim serkeftina gerîla teqez bibe û siyaseta dewleta Tirk were têk birin.”

‘GERÎLA XWEDIYÊ FIKIR Û RAMANÊN RÊBER APO NE’

Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê û bavê şehîd Cûdî, Ubêd Etê êrîşên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne bi bîr xist û wiha axivî: “Dewleta Tirk rojane êrîşên xwe ser li ser şervanên azadiyê pêk tîne. Dewleta Tirk bi dehan sal in kiriyarên xwe didomîne. Em weke malbatên şehîdan me tu carî şervanê xwe bi tenê nehiştine û nahêlin jî. Divê were zanîn ku wê tu carî ev êrîşên dewleta Tirk negihêje encamekê. Ji ber ku şervanên azadiyê xwediyê fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan in, xwediyê hêvî û bawerîyê ne. Hemû tiştê xwe fedayî gelê xwe kirine. Em weke malbatên şehîdan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo destek dayîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tu carî nasekinîn. Em ê tim li gorî hevî û daxwaza şehîdên xwe bin û xeta wan bişopînin."