BI DÎMEN

Li Şehbayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Li Şehbayê pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê bi meşekî girseyî hat protesto kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin.

Li Şehbayê ˊCezayên Dîsplînêˊ yên nû yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Her wiha di meşê de banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Meş ji rêya di navbera gundê Til Qerah û Til Sosîn a bajaroka Ehdasê de dest pê kir. Gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ˊAzadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan eˊ hildan.

Meş heta Parka ˊSerok Apoˊ ya gundê Til Sosînê dewam kir. Li vir endama Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyî Cebraîl Mistefa axivî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Pêngava navneteweyî rêbazên berê derbas kirine. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panel, konferansên hiqûqî hatin lidarxistin. Name û peyam ji desteyên NY’yê, Konseya Ewlehiyê, Dadgeh Ceza ya Navneteweyî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Meclisa Mafên Mirovan û CPT’yê re hatin şandin. Her wiha pêngavên komkirina îmzeyan hatin lidarxistin."

Cebraîl bal kişand ser ˊCezayên Dîsplînêˊ û wiha domand:"Cezayên bi navê dîsîplînê tê birîn li dijî qanûnên navneteweyî û yên navxweyî ne. Ji 25’ê Adara 2021’ê ve  tu agahî ji Rêber Apo nayê bihîstin."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Xedîce îbo axivî û wiha got: "Em tecrîda ku li ser Rêber Apo şermezar dikin, bi taybet Cezayên Dîspilînêˊ ên ku 6 mehên din hatine zêdekirin şermezar dikin."

Xedîce axaftin xwe wiha domand: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em gihiştin vê rojê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê her tim li qadan bin."

Çalakî bi dirûşmeya "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.