Cenazeyê Şehîd Ebdulezîz li Hesekê hat veşartin

Xelkê Hesekê cenazeyê şehîd Ebdulezîz Hesen El Ezîz li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê veşartin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulezîz Hesen El Ezîz di 5ˊê Gulanê de di dema li ser erka xwe de bû şehîd bû. Bi dehan xelk, endamên saziyên civaka sivîl beşdarî merasîma veşartina cenazê bûn.

Li goristanê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mistefa Beşar axivî û got: "Şehîdan di oxira parastina ewlehî û aştiyê de canê xwe da û şehîd bûn.”

Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn endamê rêveber Hilo Serêkaniyê axivî û got: "Em bejna xwe li hember dayikên şehîdan ditewînin û di şexsê şehîd Ebdulezîz Hesen El Ezîz de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Şehîd Ebdulezîz Hesen El Ezîz di nava tiliyên dayikan de hat veşartin.