KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
CPT: Di nava 7 salan de 123 sivîl hatin qetilkirin
Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve dewleta Tirk zêdetirî 4 hezar êrîşên hewayî, bejahî û topan li ser Başûrê Kurdistanê pêk anîne û ragihand ku 123 kes hatine qetilkirin. -
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê: Di nav mehekê de 7 kes hatine bidarvekirin
Li gor daneyên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di nav mehekê de li bajarê Sine û Ûrmiyeyê 52 kes hatine girtin, 7 kes hatine bidarvekirin, 6 kolber jî hatine qetilkirin. -
‘Doza Firdevsê doza hemû jinên ku hatine qetlkirine‘
Fîrdevs Babat ku ji aliyê Ahmet Babat ve bi êşkenceyê hatibû qetilkirin, ji aliyê hevalên xwe li ser gora xwe hat bîranîn. Hevalên Fîrdevs Babatê anîn ziman ku doza Firdevsê doza hemû jinên ku hatine qetlkirine. -
Ciwanên Iraqê banga boykot kirina kel û pelên Tirkiyeyê kir
Ciwanên Iraqê bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurdistanê û Iraqê kir ku kel û pelên Tirkiyeyê boykot bikin. -
HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, derb li kepçeyekê hate xistin
Di çalakiyên hêzên gerîla lidarxistinî de; 6 dagirker hatin cezakirin û derb li kepçeyekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku sûcên şer didomîne, 8 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî Qadên Berxwedanê bombebaran kir. -
YRK’ê nasnameya 2 hevrêyên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê Nasnameya 2 gerîlayên ku di dîroka 22’ê Tebaxê de li Asosê di encama êrîşa balafira keşfê de şehîd bûbûn de eşkere kir. -
Çalakiyên Nobeda Edaletê yên li Amed û Wanê dewam dikin
Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan dabû destpêkirin, li Amed û Wanê dewam dikin. -
Malbata Şenyaşar guh neda qedexeya kêfî, polîsan paşve gav avêtin
Malbata Şenyaşar, ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin, têkoşîna xwe ya edaletê didomîne. Tevî ku 17 roj in "qedexe" hat kirin jî gav paşve neavêt û çalakiya xwe dewam kir. -
Gunay: Divê hêzên Tirk ji herêmên dagirkirî derkevin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku yekane armanca Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bêstatuhiştina Kurdan e û got, divê hêzên Tirk ji herêmên dagirkirî derkevin. -
Dîmenê îmhakirina Panzera dagirkeran hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya 9'ê Tebaxê weşand ku di encamê de Panzereke dagirkeran hate îmhakirin û 7 dagirker hatin cezakirin. -
Çeteyekî DAÎŞ'ê li navçeya Mexmûrê hate kuştin
Li navçeya Mexmûrê ya ser bi Mûsilê çeteyekî DAÎŞ'ê hate kuştin. -
Bîlançoya mehekê: 6 kolber hatin kuştin, 35 jî birîndar bûn
Li gorî bîlançoya mehekê ya Kolbernews’ê bi giştî 6 kolber li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn. -
Li Wanê şerê eşîrtî û xwînîtiyê ji nû ve destpê kir
Li Wanê, piştî avakirina komeleyên eşîran ên bi piştgiriya Walîtiya Wanê, şerê navbera eşîran jinûve zêde bû. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan rewş nirxand û bang li civakê k ir ku li hemberî vê lîstikê hişyar be. -
'Pêwîstiya Tirkiye û Rûsyayê bi danûstandinan heye, ne ya Sûriyeyê'
Serokê Rûmetê yê HDP'ê û Endamê Rûmetê yê MPKE'yê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku Esad û Erdogan di demeke nêz de nikarin hevdîtinê bikin û got, ne Sûriye lê belê pêwîstiya Rûsya û Tirkiyeyê bi vê danûstandinê heye. -
Li Îranê cezayê girtîgehê li aktîvîstên Kurd hate birîn
Dadgeha Lêpirsînê ya Sineyê bi îdiaya “Li dijî rejîma Îranê propaganda kirine, alîkariya partiya muxalefet û avakirina rêxistina neqanûnî”, 5 meh cezayê girtîgehê li 5 aktîvîstên Kurd birî. -
Li Bûkanê Kurdek hate destgîrkirin
Hêzên Îranê li bajarê Bûkanê yê Rojhilatê Kurdistanê, Kurdek destgîr kirin û birin cihekî nediyar. -
YJA Starê bi Operasyona Şoreşgerî tola Bêrîvan Zîlan hilanî: 17 dagirker hatin cezakirin
Tîmên bi tevger ên YJA Starê ji bo hilanîna tola Bêrîvan Zîlan li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara Operasyona Şoreşgerî lidar xistin. Di encamê de 17 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li wesayiteke zirxî hate xistin. -
Malbata Şenyaşar bersiva Erdogan da: Em ne di heman keştiyê de ne
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna xwe ya edaletê didomînin, işaret bi daxuyaniya Erdogan a “Em di heman keştiyê de ne” kir û got, "Em ne di heman keştiyê de ne." -
Li Nobeta Edeletê ya Amedê banga parastina mafê jiyanê hate kirin
Malbatên ku li Amedê Nobeta Edeletê didomînin diyar kirin ku tevî ku 10 meh in di çalakiyê de ne jî bersiva ku dixwazin negirtine û banga parastina mafê jiyanê kirin. -
YPS-JIN: Nokerek hate cezakirin
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Vejîn Zana ya YPS-JIN ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê nokerek hatiye cezakirin. -
Li Hezexê mêrekî 4 jin qetil kir
Li navçeya Hezex a Şirnexê, kesê bi navê Hasan Karaaslan hevjîn û 3 keçên xwe qetil kir. -
Dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Girê Amediyê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Girê Amediyê weşand, ku di encamê de çepereke dagirkeran hate îmhakirin. -
Kêliya teqîna bombeya nukleerî ya taktîkî ya ji aliyê artêşa Tirk ve hat bikaranîn
Dema teqîna bombeya nukleerî ya taktîkî ya artêşa Tirk a dagirker a li hemberî çeperên şer ên Şehîd Zemanî yên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi kamerayan hate tomarkirin. -
Ji bo kadrotî û pereyan êrîşî HDP'ê dikin
Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr got, zarokên gelek ji kesên li pêşiya HDP'ê çalakiyan dikin neçûne çiyê. -
Wezîrê Pêşmerge: Tu têkiliya hêzên bi navê Roj bi wezareta me re nîne!
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl diyar kir ku tu têkiliya hêzên bi navê 'Roj' bi Wezareta Pêşmergeyan re nîne.