Dîmenê îmhakirina Panzera dagirkeran hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya 9'ê Tebaxê weşand ku di encamê de Panzereke dagirkeran hate îmhakirin û 7 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"9'ê Tebaxê saet di 19:00 de wesayiteke zirxî ya bi tîpa Panzer, ku ji Kunîşka ber bi Qada Berxwedanê ya Çemço ve diçû, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate kontrolkirin û bi çekên giran derb lê hate xistin. Di encamê de wesayita zirxî bi temamî hate îmhakirin, 7 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, dagirkeran kuştiyên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê birin."