CPT: Di nava 7 salan de 123 sivîl hatin qetilkirin

Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve dewleta Tirk zêdetirî 4 hezar êrîşên hewayî, bejahî û topan li ser Başûrê Kurdistanê pêk anîne û ragihand ku 123 kes hatine qetilkirin.

Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) raporek derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Herêma Kurdistanê û ziyanên êrîşan de ku ji aliyê hevpeymaniyek navdewletî ya civaka sivîl ve bi sernavê ‘Dawî li bombeberanên sinor bînin’ ve hatiye amadekirin belav kir.

Di destpêka rapora CPT’yê de behsa komkujiya gundê Perex yê Zaxo tê kirin û tê gotin, “Di 20’ê Tîrmeha 2022’an de li gundê Perex yê nêzî Zaxo êrîşek pêkhat. Ev êriş bû sedema kuştina 9 welatiyan û birîndarbûna 24 welatiyan. Ev êrîşên ku Tirkiye welatiyên sivîl dike hedef, heft salin li bakurê Iraqê berdewamin.”

Di berdewama raporê de tê gotin, ji sala 2015’an ve hêzên Tirkiyeyê zêdetirî 4 hezar êrîşên asîmanî, bejahî û topbaranan li ser sinorên Iraqê pêkaniye. Tenê di sala 2021’an de 1600 êrîş hatine tomarkirin. Ev êrîş ji bilî ku aramiya deverê têkdaye, di heman demî de bandorek xirab li ser jiyana welatiyên li wan deveran dijîn jî kiriye.

Di raporê de îşaret bi ziyanên êrîşên dewleta Tirk jî hat kirin û hat gotin, di encama êrîşên dewleta Tirk de ji sala 2015’an heta destpêka sala 2022’an 98 ta 123 sivîl şehîd bûne û ev kes di 88 êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha tê diyarkirin ji vê hejmarê zêdetirî 55 kes cotyarin yan jî şivanin di dema karê çandiniyê de yan jî çêrandina pez de şehîd bûne yan jî birîndar bûne.

CPT di rapora xwe de dibêje, ji sedî 13’ê kesên jiyana xwe ji dest dane jin in, ji sedî 87 jî mêr û herî kêm 6 jê zarokin. Her wiha nêzî 500 gund jî di jêr metirsiya valabûnê de ne.