Li Nobeta Edeletê ya Amedê banga parastina mafê jiyanê hate kirin

Malbatên ku li Amedê Nobeta Edeletê didomînin diyar kirin ku tevî ku 10 meh in di çalakiyê de ne jî bersiva ku dixwazin negirtine û banga parastina mafê jiyanê kirin.

Nobet Edaletê ya malbatan a ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, li Amedê 281 roj in dewam dike.

Malbatan di roja nû ya çalakiyê de li ber Saziya Tiba Edlî hatin ba hev. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER),  Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwarî re (TÛHAY-DER), endam û rêveberên  Înîsiyatîfa piştgirî dan çalakiyê.

‘PARTIYÊN SIYASÎ ME BI TENÊ HIŞTIN’

Di çalakiyê de keça Abdulhalîm Kirtay Herdem Merwanî axivî û got: “Me gelek caran li vir  bang li partiyên siyasî kir ku bibin dengê me û daxwazên me bînin rojevê. Lê 10 meh derbas bû û hin jî me bersiva ku dixwest negirtiye. Partiyên siyasî me bi tenê hiştin.”

Merwanî destnîşan kir ku pêkanînên li dijî girtiyên nexweş neqanûnî ne û wiha dewam kir: “Her ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Bila girtî ne piştî mirinê,  beriya mirinê bên rojeve. Em careke din bang li partiyên siyasî dikin, werin em bi hevre mafê jiyanê biparêzin.

Nobeta Edeletê bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Heq, Hiqûq, Edelet” bi dawî bû.