Çalakiyên Nobeda Edaletê yên li Amed û Wanê dewam dikin

Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan dabû destpêkirin, li Amed û Wanê dewam dikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD),Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Medê (MED TUHAD FED), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAY-DER), Komelya 78'an a Amed û Rihayê û xwişka Alî çîçek ê ku li Girtîgeha Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da Ayşe Çîçek jî piştgirî dan malbatan.

‘PARTIYÊN SIYASÎ SOZÊN XWE BICIH NEANÎN’

Ji xizmên girtiyên nexweş Reşahat Ada ku di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku çalakiya wan di meha 10’emîn de ye û wiha got: “Çalakiya me ya Nobeta Edeletê dewam dike. Di rewşa heyî de ne Serokkomar û ne jî Wezirê Edeletê me nabînin û neditî ve tên. Em çûn Enqerê û me bi partiyên siyasî re hevdîtin kir, ji bo çareseriya pirsgirêkan me alîkarî xwest. Partiyên siyasî yên ku em çûn ba wan soz dan ku ji bo girtiyên nexweş alîkarî bidin me. Lê sozên xwe bicih neanîn. Ji ber vê yekê em wan şermezar dikin.

‘BILA EV ZILM BI DAWÎ BIBE’

Ada diyar kir ku girtî di bin tecrîdê de ne û girtiyên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan û wiha dewam kir: “Bila ev zilm bi dawî bibe. Zarokên me ne bêxwedî ne. Em ê bi têkoşîna wan re bin. Bila vê baş bizanibin, heta ku girtiyek jî li girtîgehê bimîne wê têkoşîna me bidome."

Çalakî, bi dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan", "Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.

WAN

Li Wanê Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, hat destpêkirin dewam dike.  Xizmên girtiyan çalakiya Nobeda Edaletê ya vê hefteyê li ber Edliyeya Wanê lidarxistin. Xizmên girtiyan li ber edliyeyê hatin ba hev û daxwazên xwe yên edeletê dubare kirin. Malbatan li hewşa edliyeyê çalakiya rûniştinê kirin û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Wanê (TUAY DER), komele û partiyên siyasî jî piştgirî da çalakiya malbatan.