Wezîrê Pêşmerge: Tu têkiliya hêzên bi navê Roj bi wezareta me re nîne!

Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl diyar kir ku tu têkiliya hêzên bi navê 'Roj' bi Wezareta Pêşmergeyan re nîne.

Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl, îro li Hewlêrê bi saziyên ragihandinê re civînek pêk anî.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl bersiva pirsa hêzên ku li ser navê Wezareta Pêşmerge jê re dibêjin “Roj” û tê îdiakirin pêşmerge ne, bersivand. Îsmaîl anî ziman ku tu agahiyên wan ji pêşmergeyên Roj û çalakiyên wan nîne û got: “Ji ber ku ew (Çeteyên Roj) ne girêdayî wezareta me ne.“