Malbata Şenyaşar guh neda qedexeya kêfî, polîsan paşve gav avêtin

Malbata Şenyaşar, ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin, têkoşîna xwe ya edaletê didomîne. Tevî ku 17 roj in "qedexe" hat kirin jî gav paşve neavêt û çalakiya xwe dewam kir.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. 

Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja xwe ya 535’emîn de li pêşiya avahiya edliyeyê dewam kir.

Ji 8'ê Tebaxê û vir ve bi biryara walîtiyê rûniştina malbatê ya li qadê hatibû qedexekirin.

Walîtiyê ji bo çalakiya malbatê asteng bike biryara "Li ber avahiya cemaweriyê xwepêşandan qedexe ye" derxist.

Lê malbata Şenyaşar tevî qedexeyê çalakiya xwe ya li ber deriyê avahiyê didomîne. Ji ber ku polîsan nekarî malbatê derxîne, vê carê nehişt ku xebatkarên çapemeniyê dîmen bikişînin.

Polîsan gef li xebatkarên çapemeniyê xwar ku eger dîmen bikêşin wê  der barê wan de doz vekin.

Ferît Şenyaşar ê ku li qada bi navê "Kuşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" li derveyî avahiya edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: "Di vê nobedê de qeymeqam, Midûrê Şaxa Ewlekariyê, Midûrê Emniyeta Bajêr hatin guhertin. Îro 4'emîn Dozgerê Komarê dest bi wezîfeyê xwe dike. Her kesên ku tên ser wezîfeyê bi heman rêbazê zext û zorî pêk tînin û hewl didin me ji edliyeyê dûr bixin."

Şenyaşar wiha berdewam kir: “Ev 2 hefte ye her roj rayedar û polîst bi zextê hewl didin me ji edliyeyê dûr bixin. Di du rojên dawî de ev zext li pêşberî biryardariya me têk çû. Her kesê ku tê vir fêm dike ku em bi biryar in û gavê paşde neavêjin. Ger Tirkiye dewleta hiqûqê be wê demê, gavên pêwîst divê bên avêtin. Di destpêka Nobeta Edaletê de me got 'heta daxwazên me neyên cih em ji vir dernakevin'. Ger mirinek çêbe jî, bila li ber avahiya edliyeyê be. Daxwazên me bi tevahî qanûnî ne. 3 kes di hundirê nexweşxaneya dewletê de hatin qetilkirin, 2 ambûlansên dewletê nekarîne bên bikaranîn. Birayekî min 4 sal in bi awayekî derqanûnî di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ev bêhiqûqî derbasî dîrokê bûye.”

Dayika Emîne Şenyaşar jî got, "Li hundirê edliyeyê destûr didin daxuyaniya çapemeniyê û dîmenan bigirin, lê li me qedexe ye. Em ji ber vê yekê li derveyî avahiyê daxuyaniyê didin. Dayik li ber deriyê edliyeyê nobetê dewam dike. Dayik bang li kesên xwedî wijdan dike. Ger wezîfedarên xwedî wijdan bibêjin em mirov in, divê ranezên. Li holê zilm heye û dayikek edaletê digere heye. Bila daxwazên wan di zûtirîn dem de bên cih. Dayik temena wê ji 65 salî zêdetir e. Hemû Tirkiye li vê zilmê temaşe dike."