YRK’ê nasnameya 2 hevrêyên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê Nasnameya 2 gerîlayên ku di dîroka 22’ê Tebaxê de li Asosê di encama êrîşa balafira keşfê de şehîd bûbûn de eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 hevrêyên xwe ku di encama êrîşa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker ya 22’ê Tebaxê li herêma Asosê pêk anîbû de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Weke tê zanîn di 22-8-2022 de li Asosê, girêdayî Şarbajar êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker çêbûbû, di vê êrîşê de du hevalên me gihaştibûn şehadetê. Wekî tê zanîn ev her du heval dema li ser erka xwe ne, rûbirûyê êrîşên balafira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker hatin û şehît bûn. Agahiyên derbarê her du hevalên me yên şehîd de bi vî rengî ne:

Nav û Paşnav: Mervan Misto

Kod: Rêzan Baran

Cih û dîroka Şehadetê: 22-8- 2022 Asos

 

Nav û Paşnav: Hûsyin Resûlî Kizilbaş

Kod: Bawer Sur

Cih û dîroka Şehadetê: 22-8- 2022 Asos

Di Kurdistanê de ji bo azadiya Rêber Apo û dagirkeriya ku tê meşandin gelek ciwanên Kurd bi xwestek û daxwaza xwe ji bo berê xwe bidin çiyayên azad tevlî nava refên gerîla dibin. Bi taybet ji bandora têkçûna dewleta dagirker ya Tirkiyê di sala 2021-2022’an û ji serkeftina gerîla ya beramberî dagirkeriyê ref bi ref ciwan beşdarî nava refên gerîla bûn ji wan ciwanan qehremanên mîna heval Bawer Sur û heval Rêzan Baran bûn. Bi moraleke pir mezin ji bo beramberî dagirkeran bisekinin di sala 2022’an de berê xwe didin çiyayên azad ê Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla dibin.

Heval Rêzan Baran di malbateke Efrînê de çavê xwe li dinyayê vedike bi çanda welatparêziyê tê mezinkirin. Her ku mezin dibe lêgerîna xwe ya azadiyê hîn kûrtir dibe. Di sala 2022’an xwe berpisyar dibîne û berê xwe dide nava refên gerîla, di nava refên gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê cihê xwe digre. Bi fikir û îdolojiya Rêber Apo pêşketin di kesayeta xwe de ava dike bi xwestekeke pir mezin kesayeta Netewî di xwe de ava kiribû û ji bo Rojhilatê Kurdistanê dixwest kar û xebat bide meşandin. Bi xwestek û hezkirineke pir mezin nêzî jiyana gerîla dibû, ji ber vê yekê di nava hevalan de her tim dihate hezkirin. Di demeke pir kin de hevalê me Rêzan Baran di nava refên me de tecrûbe digre.

Hevalê me Bawe Sûr di malebateke welatparêz li bajarê Selmasê ji dayik dibe ji eşîra celalyane bi xeyalê rojek dema ku mezin bibim ezê bibim gelîla mezin dibe, ji zarokatiya xwe de tevgera azadiyê nas dike. siyaseta Şerê taybet ya ku dewleta dagirker ya îranê li ser ciwanên Kurd dide meşandin pir zû ferq dike û bi temenekî ciwan di sala 2022’an berê xwe dide nava refên gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê û dibe yek ji wan kesên ku êdî li çiyayên Kurdistanê azad jiyan dike

Em wekî Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê, di serî de malbatên şehîd Rêzan û Bawer ji hemû gelê me yê welatparêz re sersaxî dixwazin. Careke din em diyar dikin ku tekoşîn û xeyalên hevalên xwe em ê bighînin serketinê.”