YJA Starê bi Operasyona Şoreşgerî tola Bêrîvan Zîlan hilanî: 17 dagirker hatin cezakirin

Tîmên bi tevger ên YJA Starê ji bo hilanîna tola Bêrîvan Zîlan li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara Operasyona Şoreşgerî lidar xistin. Di encamê de 17 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li wesayiteke zirxî hate xistin.

HPG'ê got, "Bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê, ji bo hilanîna tola ji pêşengên tevgera me ya azadiyê hevrêya me Bêrîvan Zîlan li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara Operasyoneke Şoreşgerî hate lidarxistin. Hêzên me yên YJA Starê bi vê çalakiya tolhildanê ya destanî careke din nîşan dan ku hêza parastina rewa ne ku jinên tevahiya cîhanê bi taybetî jî ji bo jinên Kurd dikarin sûdê jê werbigirin. Dewletên dagirker ên bi mejiya serweriya mêr a paşverû, çiqasî êrîşî îradeya azad a jinê dike bila bike, jiyana me ya azad a li çiyayên Kurdistanê yên azad şîn bûye, wê bi pêşengiya tevgera jinê ya azad her tim weke rastiyekê hebe.

Di çalakiyên hêzên me de 17 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û derb li wesayiteke zirxî hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qada Berxwedanê 12 caran bi bombeyên taktîk nukleer, çekên kîmyewî û gazên îsotê, 7 caran bi helîkopterên êrîşê, 4 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obusan bombe kir."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyan û êrîşên hatin kirin ev agahî parve kir:

HEVRÊYÊ ME BAZ MORDEM ŞEHÎD BÛ

"4'ê Tebaxa 2022'an li çeperên berxwedanê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyê me Baz Mordem ku di nava berxwedana dîrokî ya li dijî mêtingeriyê de bû, ji ber nexweşiyekê şehîd bû. Hevrêyê me Baz Mordem bi berxwedaneke destanî ya li dijî dijminê mêtinger, bû yek ji wan berxwedêran ku di dîroka azadiyê ya gelê me de rûpeleke nû afirand. Bi wêrekî û biryardariya xwe ya di şer de bû milîtanekî Apoyî. Şehadeta hevrêyê me ya ji nişka ve ku bi nexweşiyekê rû da, me û gelê me gelekî êşand. Armanca hevrêyê me Baz Mordem afirandina cîhaneke azad, aştiyane û demokratîk a gelan bû. Em soz didin ku vê armanca wî teqez pêk bînin. Di serî de malbata wî ya hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Baz ê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Baz Mordem
Nav paşnav: Mehmet Can Evren
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sûltan-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tebaxa 2022 / Avaşîn

 

Amed bi hezaran lehengên ku ji hembêza xwe derxistiye û bi helwesta bi rûmet a gelê Amedê ya li dijî mêtingeriyê di dîroka Kurdistanê de bûye sembola berxwedanê. Bi vê taybetmendiya xwe çawa ku pêşengiya şoreşa Kurdistanê kir, di heman demê de bû mînaka herî berbiçav a rastiya gelê berxwedêr. Rêhevalê me Baz jî li ser bingeheke wisa civakî di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Dilsoziya malbata wî ya bi nirxên Kurdewarî û şahidiya êşkenceyên dijmin ên di serî de li Zindana Amedê pêk anî, di pêşketina zanabûna wî ya welatparêziyê de xwedî bandor bûye. Ji ber vê yekê bi tevayî bi têkoşîna me ya azadiyê ve hat girêdan û hewl da ku erka xwe ya welatparêziyê pêk bîne. Dîsa ji nava xizmên malbatê de yên tevlê nava refên gerîla bûnî hebûn û ev yek bandor li rêhevalê me Baz jî kir. Rêhevalê me Baz ku di salên destpêkê yên ciwaniya xwe de mîna her ciwanên Kurd ên bi rûmet cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt, tevlî xebatên ciwanan bû. Di pêvajoyên ku di xebatan de cih girtibû jî bi pratîkên xwe yên serketî derketibû pêş, xwe tenê bi çalakiyan ve sînordar nedigirt, bi xwendin û lêkolînê xwe zana kir. Ji bo vê jî di her xebata xwe de bi hişmendiyeke şoreşgerî tevdigeriya û ji bilî serketinê ti pîvan qebûl nedikir. Li ser vê bingehê bi taybetî ji nameya Rêbertiya me ya ku di sala 2013’an de li qada Newrozê ya Amedê hate xwendin, bi kûrahî bandor bibû. Bi vê asta hişmendiyê rêhevalê me Baz di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Rêhevalê me Baz ê ku piştî tevlîbûna gerîlayan perwerdeya xwe ya bingehîn dît, ji ber eleqeya xwe ya bi gerîlatiyê û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin, encamên xurt ji van perwerdeyan derxist. Rêhevalê me Baz ê ku ji bo bûyîna gerîlayekî azadiyê yê jêhatî bingehek saxlem bi dest xist, li qada Qendîlê ku piştre derbasê wir bibû, xwe bi pêş xist. Bi teybetî dema çeteyên DAÎŞ’ê li ser gelê me komkujî pêk anîn û gelê me ji heft heta heftê salî herikîn nava refên berxwedanê, vê rewşê bi kûrahî Rêhevalê me Baz bandor kiribû. Rêhevalê me Baz ku difikire ku divê weke gerîlayekî azadiyê zêdetir berpirsyariyê bigire ser xwe, ji bo li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer bike derbasî eniya şer dibe. Rêhevalê me Baz ku di şerê li dijî çeteyan de her tim di refên herî pêş de cih girt, yek ji rêhevalên me bû ku bi tevlîbûna xwe ya fedayî şer birêve bir. Rêhevalê me Baz ku di şer de bi cesaret û moralê xwe yê bilind ji hevalên xwe re bû çavkaniya hêzê, karîbû bibe milîtanekî Apoyî yê mînak. Rêhevalê me Baz piştî pratîka serketî ya di şerê li dijî çeteyan de vegeriya çiyayên Kurdistanê, ji bo ezmûna xwe ya şer li dijî artêşa Tirk a dagirker bi kar bîne û bi hevalên xwe re parve bike, çû Avaşînê. Weke fermandarek tecrubeyên xwe yên şer bi rêhevalên xwe yên di vî warî de parve kir, wan perwerde kir, bi sekna xwe ya fedalar û kedkar a jiyanê re pêşengî ji hemû hevalên xwe re kir. Ji bo vê jî rêhevalê me Baz ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin, her tim hewl daye ku layîqê Rêbertiya me û şehîdên me be. Bi vê hişmendî û baldariyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dijmin di sala 2021’an de di serî de herêma Avaşînê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dabûn destpêkirin li berxwe da û beşdarî gelek çalakiyên ku derb li dijmin hate xistin bû. Dîsa di pêvajoya dîrokî ya ku em tê de ne, rêhevalê me Baz ku li hemberî êrîşên dijmin bi rengekî fedayî şer kir, ji bo ku taktîkên şer ên gerîlatiya serdema nû bi şêweyeke serketî pêk bên fedakariyeke mezin nîşan da.

Rêhevalê me Baz ku bi hêrsa xwe ya mezin a li hemberî dijmin xwe tûj kir, bi qasê vîna xwe ya qawîm a di şer de, ji ber helwesta xwe ya dilnizm a jiyanê û hezkirin û hurmeta xwe ya li hemberî rêhevalên xwe, her tim bûye rêhevalekê ku hesreta wî tê xwarin. Em ji ber ku bi rêhevalekî wisa giranbiha re di çeperên berxwedanê de cih digirin û şer dikin, serbilind in. Em di şexsê rêhevalê xwe Baz de soza xwe ya serketinê ji hemû şehîdên xwe re dubare dikin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

23'ê Tebaxê serê sibehê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê dagirkerên dixwestin tevbigerin xistin bin kontrolê û dest bi operasyoneke şoreşgerî kirin. Hêzên me ji 3 baskan ve bi çekên ferdî lê dan û 11 dagirker ceza kirin, yek jî birîndar bû. Dagirkeran xwestin piştî çalakiyê kuştiyên xwe ji qadê bibin. Hêzên me vê carê jî bi sûîqestê li dagirkeran xistin û 2 dagirkerên din ceza kirin. Ji ber serweriya tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê yên li qadê, dagirkeran xwestin kuştiyên xwe bi wesayitên zirxî ji qadê bibin. Di çalakiya sabotajê ya dijî wesayitên zirxî de jî derba giran li wesayiteke zirxî hate xistin. Piştî vê çalakiyê wesayitên zirxî neçar man xwe vekişînin. Ji ber vê çalakiya xurt, dagirker neçar man li qadê belav bibin û vê carê jî danê êvarê bi sûîqestê 2 dagirkerên din hatin cezakirin.

Tîmên me yên YJA Starê bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi wêrekiyeke mezin û rêbaza encamgiriyê, taktîkên gerîla yên profesyonel ên dema nû di nava hev de bi hostatî bi kar anîn û ev operasyona şoreşgerî kirin. Di encamê de 15 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û derb li wesayiteke zirxî hate xistin. Cenazeyên dagirkerên hatine cezakirin li qada di bin kontrola hêzên me de ne.

23'ê Tebaxê saet di 07:10'an de li Qada Berxwedanê ya Saca, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

23'ê Tebaxê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemço, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xistin ku berê wan li çeperên şer bû. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

3'ê Tebaxê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Karker, helîkopterên êrîşê yên dixwestin bombeyan li qadê bibarînin bûn hedefa hêzên me. Di encama derbên xurt ên tîmên me yên bi tevger de helîkopterên êrîşê neçar man ji qadê vekişin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

22 û 23'ê Tebaxê li Qadên Berxwedanê yên Karker û Çemço, çeperên şer 10 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

23'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Bifrîndara, çeperên şer bi droneyekê hatin bombekirin.

23'ê Tebaxê dagirkeran bi gazên îsotê êrîşî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopter û balafirên şer;

23'ê Tebaxê li Qada Şikefta Birîndara drone geriyan.

23'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Saca 7 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

23'ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Sîda 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

23'ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi dehan caran bi obusan hate bombekirin."