Li Wanê şerê eşîrtî û xwînîtiyê ji nû ve destpê kir

Li Wanê, piştî avakirina komeleyên eşîran ên bi piştgiriya Walîtiya Wanê, şerê navbera eşîran jinûve zêde bû. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan rewş nirxand û bang li civakê k ir ku li hemberî vê lîstikê hişyar be.

Li Wanê destpêkê sala 2016'an Federasyona Eşîrên Qedîm a Wanê ava bû. Piştre jî eşîrên Brukî, Hertoşî û Pinyanişî komele ava kirin. Komeleyên eşîran ku Waliyê Wanê M. Emîn Bîlmez bi xwe tevlî bû, mîna bi merasîma dewletê hatin vekirin. Bi vê yekê re salên dawî dozên xwînîtiyê ji nû ve destpê kirin. Tenê sala 2022'an di 7 mehên destpêkê de 12 kes ji ber vî şerî mirin. Sîstema feodal ku xwe bi rêya eşîrtiyê nîşan dide, di nava AKP'ê de ji xwe re cihek peyda kir û hewl da ku ji nû ve zextê li civakê bike.

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan li ser van hemûyan ji ANF'ê re axivî. Li gorî Fîkret Dogan sîstema dewletê girseyeke gel a bêrêxistin, parçebûyî û lawaz dixwaze.

Fîkret Dogan anî ziman ku forma netewe dewletê bi bikaranîna eşîran hewl dide avaniya rêxistinbûyî ya civakê parçe bike û got, "Eşîrtî rêxistiniyeke kevneşop a gelê Kurd nîne, bi giranî kevneşopiya Ereban e. Ev formên ku mirov ji bo alîkariya hev bikin û jiyana xwe dewam bikin bi kar anîn, piştî ku netewe dewlet ava bûn veguherîn rêxistiniyeke cuda. Di dema eşîran de feraseta demokratîk a civakan bi pêş neketiye. Dema ku em bala xwe didin feraseta heyî ya demokrasiyê dibînin ku demokrasî hewl dide bandorê li civakê bike, civakê demokratîk bike. Rastiya netewe dewletê jî berevajî vê yekê, eşîretî li ser axayekî weke feraseta rêvebirina civakê meşand."

EŞÎRTIYÊ WEKE AVANTAJEKÊ DIBÎNIN

Dogan diyar kir ku sîstema kapîtalîst di çarçoveya xwezaya xwe de li ser şer û nakokiyên navbera mirovan polîtîkayê diafirîne û wiha dewam kir, "Ev yek jî li nava civakê gihîştiye asteke metirsîdar. Di nava civaka me de jî di nava 50 salên dawî de têkoşîna jinûve avakirina civakê tê meşandin. Forma ku sîstem dixwaze biafirîne bi rêya vê têkoşînê hate lawazkirin. Piştî ku mirovan êdî ne li ser qebîleyan lê belê bi hestên neteweyî xwe îfade kirin, axayên ku sîstemê bi rê ve dibin dîtin ku qîmetê eşîrtiyê nemaye û hewl didin bi rêya komeleyê eşîrtiyê dewam bikin. Ev rêxistiniya civakî bi rêya walîtî û qeymeqamtiyê ji bo xwe weke avantajekê dibînin. Lewma hewl didin nakokiyên nava civakê bi encamên cuda re kûrtir bikin. Lê belê divê ev yek jî bê gotin. Bi vî karî hewl didin eşîrtiyê ji nû ve ferz bikin, lê belê bersivê nabînin."

DIVÊ CIVAK HIŞYAR BE

Dogan ragihand ku di dema Abdulhamît de Osmaniyan li dijî gelê Kurd dest bi vê polîtîkayê kir, ev polîtîka heta vê serdemê hatiye û got, "Dewletê di karên îstîxbarî de civak, avaniyên eşîrî weke alîgirê dewletê, dijberê dewletê kategorîze kir. Nakokiya eşîrî timî kûr kir. Gelekî lawaz û dûrî ji rêxistinê ji bo dewletê esas e. Di vê mijarê de civê civak hesas be. Eşîr rastiya me ya civakî ye. Di vê mijarê de yekane tişta ku bê kirin ew e ku mirovên me dest bidin hev û di vê mijarê de hişyar bin."