Kêliya teqîna bombeya nukleerî ya taktîkî ya ji aliyê artêşa Tirk ve hat bikaranîn

Dema teqîna bombeya nukleerî ya taktîkî ya artêşa Tirk a dagirker a li hemberî çeperên şer ên Şehîd Zemanî yên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi kamerayan hate tomarkirin.

Operasyona dagirkirinê ku îsal di 17’ê nîsanê de li Heremên Parastina Medya despêkir bi berxwedanekî mezin a Gerîla her ku diçe mezintir dibe. Dewleta Tirk a dagirker ku encam nagre ji rojên destpêkê giranî daye çekên kîmyewî û bi awayekî hovane li dijî çeperên şer yên Gerîla bikar tîne. Her ku dem derbas dibe ev êrîşên bi çekên kîmyewî zêdetir dibin û cureyên nû di nav xwe de digre. Dewleta Tirk li kêlek cureyên çekên kîmyewî û şewtandina lastîkan bi awayekî dijwar bombeyên nûkleerî yên taktîkî bikar tîne. Di rastiya xwe de zêdekirina van êrîşan binketina plana dewleta Tirk ifade dike.

Herî dawî dîmenên vîdeoyê ku nîşan dide artêşa dagirker bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî li dijî tunelên şer ên Şehîd Hêjar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî amade dike, bi kamerayan hatin tomarkirin. Di dîmenên ku ANF’ê di 20’ê Tebaxa 2022’an de weşandiye de; hat dîtin ku leşkerên Tirk bombeyên nukleerî yên taktîk ên ku bi kabloyan bi hev ve girêdidin, bi hesasiyeteke mezin ber bi deriyê tunelan ve dibirin.

Niha jî kêliya teqîna bombeya nukleerî ya taktîkî ya artêşa dagirker a li dijî çeperên şer ên Girê Şehîd Zemanî ku ew jî li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ye, bi kamerayan hat tomarkirin. Tevî ku ji dûrahiya 5 kîlometreyan hatiye kişandin jî tê dîtin ku kameraya di qeydê de bi bandora bombeyê diheje.

Ev dîmen belgeyekî nû derbarê êrîşên bi çekên qedexe yên dewleta Tirk li ser gerîla ye. Ev der çeperên şer ên şehîd Zemanî ya girêdayî Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ye. Di rojên derbasbûyî de belgeyên bikaranîna vê çekê li Qada Berxwedanê ya Hakkarî hatibû weşandin. Ev yek diyar dike ku bi awayekî dijwar ev çek tên bikaranîn û li hember berxwedana Gerîla bêçare mane.

BERIYA TEQANDINÊ QAD JI LEŞKERÊN DAGIRKER TÊ VALAKIRIN

Êrîşa li vê qadê bi bombeyên nukleerî yên taktîkî pêk hatiye. Destpêkê ev bombe tê bi cih kirin piştra ev qad ji leşkerên dagirker tê valakirin û ji mesafeyekî dûr bombe tê teqandin. Bandoriya ku ev bombe li hawirdorê dike li hemberî bandoriya wê ya li ser çeperên şer kêmtire. Ango bombe bi şiklekî tê bi cih kirin ku hemû hêza teqemeniyê (zext) berê wê li tunelên şer be. Bi vî awayî hewil didin tunelan birûxînin.

Bombeyên nukleerî yên taktîkî jî xwedî cureyên zêde ye. Ji bombeyên ku hêza teqîna wan ji 1 tonî heya 400 tonî hene. Ango li gorî bicihbûna hêzên dagirker û nêzbûna wan ji tunelan bombe tên hilbijartin. Li vê heremê ji ber hêzên dagirker nikarin zêde dûrbikevin û bikevin çarçoveya sekvanên gerîla yên qadên nêz, bombeyên xwedî hêza teqemeniyê yê kêm tên bikaranîn. Li gorî zanyariyên ji çavkaniyê gerîla hatine wergirtin, li hin qadên din ên berxwedanê ku dagirker dikarin mesafeyekî dûr bikevin, bombeyên ji vê yekê mezintir tên bikar anîn. Ev êrîşa ku hêzên gerîla belge kirine, belgeyekî şênber a bikaranîna bombeyên nukleerî yên taktîkî ye.

Bombeyên nukleerî yên taktîkî bi giranî ji aliyê hêzên derve tê hilberandin. Dewleta Tirk bi hevkariya van dewletan van çekan werdigre û li dijî hêzên gerîla bikar tîne. Ev bombe xwedî wê bandoriyê ne ku hêzekî teqemeniyê yê mezin ava bike û dikare zinaran derbas bike. Ango ne gengaze hêza teqemeniyê bi awayekî raste raste di çeperên şer de li mirovan bikeve. Bi vî awayî hovîtiyekî mezin li ser hêzên gerîla tê kirin. Dewleta Tirk bi van êrîşan neçariyekî mezin jiyan dike û ev yek li qadên şer baş tê dîtin.

Ji 17’ê Nîsana sala 2022’an û heya niha zêdetirî 1600 car çekên kîmyewî yên qedexe li dijî hêzên gerîla hatiye bikaranîn. A rast ev hijmara zêde ji van çekan li tu deverekî ne hatiye bikaranîn. Eger bi vê zêdebûnê li welatekî were bikaranîn li wir wê jiyan namîne, her tişt tê qirkirin. Lê qadên Werxelê, Şikefta Birîndara, Çiyayê Reş, Kurojahro, Çemço, Saca, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Hakkarî û Girê Amediyê her roj di bin bombardumanên kîmyewî de ne.

BOMBEYÊN NUKLEERÎ YÊN TAKTÎKÎ KARÊ NATO'YÊ YE

“Çekên nukleerî yên stratejîk” bi giştî behsa çekên nukleerî yên ku dikarin di navberek bilind an di navbera parzemînan de werin avêtin vedibêje, di heman demê de ji yên ku ji bo karanîna di mesafeyek kurttir re hatine çêkirin jê re “çekên nukleerî yên taktîkî” yan “bombeyên nukleerî yên taktîkî” têne gotin. Her çiqasê ji van çekên ku di navbera 1 û 3 km de bandora wan heye, ji bo yekîneyên bi mezinahiya lîwayan ên di artêşên endamên NATO’yê de li qadê têne hilberandin û bandora wê di asta cûreyek bombeya atomê ya biçûk de bin jî, weke taktîkî tên binavkirin, lê pir caran ji bo armancên stratejîk têne bikar anîn.

Di envantera welatên endamên NATO’yê de, bi taybetî jî DYE, gelek “çekên nukleerî yên taktîkî” hene ku bi şeklê fuzeyên bi menzîla kurt, top û mayinan têne hilberandin. Ji ber ku “bombeya nukleerî ya taktîkî” ya herî biçûk di asta bandora bi dehan ton TNT’ê de ye, artêşa Tirk ji bo îmhakirina tunel, şikeft û nuqteyên derbasbûnê yên li qadên bicihbûnê yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar tîne.

Pîlotê teqawîtbûyî yê artêşa Tirk Korgeneral Erdoğan Karakûş di bernameya televîzyonê ya ku di meha Adarê de beşdar bû de bi van gotinan mikur hatibû ku dewleta Tirk çekên nukleerî yên taktîkî bikar tîne: “Çekên nukleerî yên taktîkî li hejmara van (mebest bombeyên atomê ye) zêde nake. Di destê hêzên me yên bejayî de çekên nukleerî yên taktîkî jî hebûn. Ji aliyê yekîneyên topan ve tên avêtin. Asta wêrankariya wê tu diyar dikî, wêrankariya wê kêm e. Wate ya avêtin Japonyayê 20 kîloton bû, ew nîv kîloton in.”