Gotegotên li ser hevdîtineke gengaz a Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a bi Esad re, her wiha hin hevdîtinên di asta Wezareta Karên Derve de têne kirin, weke nîşaneya guhertina polîtîkaya desthilatdariyê ya têkildarî Sûriyeyê tê nirxandin. Gelo bi rastî jî guhertinek heye? Serokê Rûmetê yê HDP'ê û Endamê Rûmetê yê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Ertûgrûl Kurkçu li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Kurkçu anî ziman ku Erdogan di mijara Sûriyeyê de li Astana û Soçiyê ji aliyê Îran û Rûsyayê ve hate tengavkirin û got, "Bi rengekî eşkere hate gotin ku wê destûra operasyoneke leşkerî ya li ser Sûriyeyê ji Erdogan re neyê dayin. Nêrînên di vê der barê de bi rengekî eşkere hatin bilêvkirin. Ne tenê bi Erdogan re axivîn, di heman demê de ji raya giştî re jî eşkere kirin. Li aliyê din Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Yekîtiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) yanî hêzên mezin ên cîhanê hemûyan hişyarî dan Erdogan ku xwe ji gaveke bi vî rengî vegire.
Hevsengiya hêzê li gorî çend sal beriya niha guherî. Sûriye jî neçar bû ku li hemberî êrîşeke Tirkiyeyê sekneke hîn bi biryar nîşan bide. Eger ev hemû li ber çavan nehata girtin û operasyoneke leşkerî ıya Tirkiyeyê bihata kirin, dibe ku li herêmê rewşeke kaotîk rû bida, hemû hêz biketina dewrê û bi carekê li Rojhilata Navîn tevlîheviyeke mezin rû bida. Lewma hêzên mezin hemûyan hewl dan Erdogan ji vê yekê vegerînin.
Lê belê Erdogan, hem li gel soza ku da Pûtîn ku di çarçoveya sînorê hatiye diyarkirin de tevbigere, hem li gel biryara Konseya Ewlekariyê ya NY'ê ya ji bo rawestandina şerê li Sûriyeyê hem jî tevî ku ji ber pêvajoyên Astanayê ji aliyê hiqûqî ve destê xwe girê daye, di 'Konferansa Sefîrên Bilind a 13'an de' diyare nekarî xwe bigire, yan jî xwe negirt û diyar kir ku wê herêmên navbera El Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî bigihîne hev 'u 'kembera ewlekariyê' çêbike.
Li gorî axaftina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ya li civîna çapemeniyê ya li Moskowayê, bi dîtina min hêza Tirkiyeyê têrê nake ku tişta Erdogan dibêje bike û ji ber vê yekê wê nikaribe gaveke bi vî rengî biavêje.
Ya duyemîn; ji ber mezinahiya meseleya Kurd, aliyên wê yên dîrokî û çarçoveya wê ya civakî, Erdogan wê bi operasyona leşkerî ya qalê dike ne ku bixwaze encameke stratejîk bi dest bixîne, lê belê bi dirêjkirina vê pêvajoyê re hewl bide ji aliyê siyasî ve ji bo xwe bike firsendekê. Li bendê bû ku beriya hilbijartinê li îmaja xwe ya 'lîderê lîstikê ava dike', 'lehengê li navenda cîhanê', 'kevoka aştiyê' ya navbera Ûkrayna-Rûsyayê, niha jî îmaja 'hostayê şer' zêde bike. Lê belê ji ber encamên polîtîk, kufleta dîplomatîk, windahî û tevlîheviyên mezin ên gengaz ên ji ber operasyoneke leşkerî ya bêwate û bêkêr, hêzên mezin pêşî li Tirkiyeya Erdogan birîn, ew jî neçar ma ku li qadeke sînorkirî tevbigere."
Di dewama axaftina xwe de Ertûgrûl Kurkçu bal kişand ser dijberiya dewletên serwer a li Kurdan û got, "Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye li hemberî hev şer bikin jî ti carî dest ji şerê xwe yê li dijî Kurdan bernadin. Ji ber vê yekê, bi dîtina min di dema 'herî xerab' de jî îstîxbaratên Tirk û Sûriyeyê di nava têkiliyê de ne. Bêguman li ber destê min delîlek nîne, lê belê pêşdîtina vê yekê ne karekî zehmet e. Em fêhm dikin ku Tirkiye di vê mijarê de hemû firsend bi kar aniye, ji xwe Erdogan jî bi gotina 'em hevdîtinê dikin' ev yek piştrast kir. Lê belê Sûriye niha xurt bû, cihê lingê xwe xurt kir. 'Serhildêrên' ku Tirkiyeyê ew sor kir û bi çek kir, li Idlibê asê mane. Eger bal û wijdanê raya giştî ya cîhanê vê rake, artêşa Sûriyeyê amade ye ku nifûseke mezin a sivîlan jî li Idlibê ji holê rake.
Ji ber vê yekê Şam a ku destê xwe xurt bûye got, 'Heta ku Tirkiye xaka Sûriyeyê neterikîne di asta lîderan de em ê danûstandinan nekin'. Lê belê ev nayê wê wateyê ku bi rengekî veşartî wê danûstandin neyên kirin. Ji xwe Lavrov di daxuyaniyên xwe yên dawî de jî balê dikişîne ser vê yekê. Lavrov gotina xwe anî ser wê yekê ku bibêje ' Bihêlin ku Sûriye li herêmên rêveberiya xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji nû ve ava bike. Wê vê pirsgirêkê ji bo we çareser bike. Hûn çima xwe diwestînin'. Lewma heta ku Tirkiye dest ji îdîayên xwe yên têkildarî xaka Sûriyeyê bernede, bi dîtina min wê di asta Esad-Erdogan de hevdîtinek neyê kirin. Wezîrê Karên Derve Çavûşoglû jî got, 'Di civîna bilind a Hevkariya Şanghayê de wê hevdîtin neyê kirin, ji xwe Esad ji bo wê civînê nehatiye vexwendin'. Yanî lihevkirineke navbera lîderan wê di demeke nêz de nebe.
Lê belê Tirkiye di destê Rûsyayê de maye. Bi taybetî her ku şert û mercên hilbijartinê zor da, bi dehfdana Rûsyayê re ji bo naskirina Sûriyeyê, ji bo pesindayina rêveberiya Sûriyeyê û başkirina têkiliyên bi Sûriyeyê re dikare gavan biavêje. Bi dîtina min Tirkiye û Rûsya hewcedarî danûstandineke bi vî rengî ne, ne Sûriye. Ji ber ku Sûriyeyê êdî pişta xwe spartiye cihekî xurt. Rûsya jî pêwîstiya xwe pê heye ku li hemberî dewletên rojavayî nîşan bide ku Tirkiye pê re ye. Lewma neçar e ku alîkariyê bide Tirkiyeyê. Tirkiye jî ji ber derdê mezin ê aniye serê xwe zêde alternatîfa xwe nîne ku ji bilî li ser rêya Rûsya li Sûriyeyê nîşanî wê dide bimeşe."