Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê: Di nav mehekê de 7 kes hatine bidarvekirin

Li gor daneyên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di nav mehekê de li bajarê Sine û Ûrmiyeyê 52 kes hatine girtin, 7 kes hatine bidarvekirin, 6 kolber jî hatine qetilkirin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bîlançoya xwe ya ji 22’yê Tîrmehê heta 22’yê Tebaxê ya binpêkirinên li Rojhilatê Kurdistanê aşkere kir.

Li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di nava mehekê de 52 kes li bajarên Sine û Urmiyeyê yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber îdiayên sûcên siyasî desteserkirin û destgîrkirin, ji van 7 jê hatine girtin û 10 kes jî bi demkî hatine berdan. Yên din hîn di destgîrkirî ne ya jî tu agahî di der barê çarenivîsa wan de nîn e.

Li gorî raporê, hêzên Îranê li bajarê Mehabadê, tevî astengiya li ber taziyeya Hevserokê Berê yê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Şehîd Rêzan Cawid, (Yûsif Rebanî) bang li dayik û birayê wî kirine û wiha tê gotin: “Hêzên ewlehiyê zext li malbata Şehîd Rêzan Cawid kirine da ku tev li bernameyeke televîzyonê bibin û şehîdbûna şehîd Rêzan bixin stûyê PJAK’ê.”

Li gorî raporê di nava mehekê de 7 girtiyên Kurd bi îdiya “kuştina bi zanabûn û madeyên hişbir“ hatine bidarvekirin.

Her wiha tê gotin ku di vê mehê de 6 kolberên Kurd di ji ber êrîşên hêzên Îranê hatine kuştin û 32 kolber jî di êrişên Îranê de, di teqîna mayîn û ketina xwarê de birîndar bûne.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarê Kirmaşanê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin û li cihên karkirinê 6 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê destnîşan kir ku di vê mehê de 5 welatî û endamên Tîma Rakirina Mayînan li bajarên Bane û Mêhranê ji ber teqîna mayînan birîndar bûne.