YPS-JIN: Nokerek hate cezakirin

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Vejîn Zana ya YPS-JIN ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê nokerek hatiye cezakirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Tîma Bersivdanê ya Vejîn Zana ya YPS-JIN de hate gotin, "Hevalên me Welat û Nîdal sala 2020'î li gundê Kelê yê Geverê hatin şehîdxistin. Kesê bi navê Îdrîs Dîrî ku ajanê dewleta faşîst û kontra bû, karên qirêj dimeşand, bi hevkariya bi dijmin re bû sedema şehadeta hevalên me. Ji bo hilanîna tola hevalên me di 21'ê Tebaxê de ev şexs bi rengekî taybet hate cezakirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me Şehîd Nîdal û Şehîd Welat ji aliyê tîma me ya bersivdanê ya Şehîd Vejîn Zana ya YPS-JIN ve hatiye lidarxistin. Her kesên ku destê wan di şehadeta hevalên me de hene û hevkariyê bi dijmin re dikin, wê hesab ji wan bê pirsîn û xwedî li mîrateya şehîdan bê derketin."