Li Îranê cezayê girtîgehê li aktîvîstên Kurd hate birîn

Dadgeha Lêpirsînê ya Sineyê bi îdiaya “Li dijî rejîma Îranê propaganda kirine, alîkariya partiya muxalefet û avakirina rêxistina neqanûnî”, 5 meh cezayê girtîgehê li 5 aktîvîstên Kurd birî.

Li gor nûçeya Kolbernewsê, pênc aktîvîstên Kurd ên bi navê, Ferdîn Rehmî, Elî Weysî, Mehdî Seyfî, Sîrwan Ebdûlahî, Merziye Mûrad Weysî ku endamên kampanyaya “Jiyana Kurdistan in” û xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ne, roja 29’ê Nîsana 2022’yan ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn destgîrkirin. Piştî çend rojan bi demkî hatibûn berdan.

Li gor heman nûçeyê, roja 29’ê Gulanê her pênc aktîvîst ji aliyê dadgeha şoreşê ya Sine ve bi îdiaya ku “li dijî rejima îranê propaganda kirine, alîkariya partiyek muxalef kirine û avakirina rêxistinek ne qanûnî” her yek ji wan du sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Di encama îtiraza aktîvîstan de, Dadgeha Lêpirsînê ya Sineyê li her aktîvîstekî bi pênc mehan ceza birî.