‘Doza Firdevsê doza hemû jinên ku hatine qetlkirine‘

Fîrdevs Babat ku ji aliyê Ahmet Babat ve bi êşkenceyê hatibû qetilkirin, ji aliyê hevalên xwe li ser gora xwe hat bîranîn. Hevalên Fîrdevs Babatê anîn ziman ku doza Firdevsê doza hemû jinên ku hatine qetlkirine.

Fîrdevs Babat ku li bajarokê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Qilêbanê ya Şirnexê ji aliyê Ahmet Babat ve hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li bajarokê Hîlalê ji aliyê hevalên xwe ve hat bibîranîn. Rêxistina HDP’ê ya Qilêbanê jî tev li bîranînê bû.

Li ser navê hevalên Fîrdevsê Jiyan Babat axivî. Babat, qetilkirina Babatê şermezar kir û diyar kir ku ew ê têbikoşin.

Piştre hevala wê Bêrîvan Gun axivî. Gun jî diyar kir ku doza Firdevs Babatê doza hemû jinên ku hatine qetlkirine û got: “Em ê nehêlin wehşeta ku li ser Firdevsê hatiye kirin were jibîrkirin. Şêwaza kuştina Firdevsê ne kuştinek ji rêzê ye. Firdevs ji êvarê heya sibehê di nava ava cemidî de maye û bi hovane hatiye qetilkirin. Em wê zilm û êşkenceya li Firdevsê hatiye kirin qebûl nakin û şermezar dikin. Em ê heya dawiyê li pey doza wê bin.”

Piştre hevalên Fîrdevs Babatê qurnafîl danîn ser gora wê.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Firdevs Babat nemir e” bi dawî bû.