HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, derb li kepçeyekê hate xistin

Di çalakiyên hêzên gerîla lidarxistinî de; 6 dagirker hatin cezakirin û derb li kepçeyekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku sûcên şer didomîne, 8 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî Qadên Berxwedanê bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di derbarê şer de ev agahî parve kir:

“Artêşa Tirk a dagirker ku li dijî îradeya pola ya Apoyî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nikare encamekê bi dest bixe, bi karanîna her cure teknîka şer û kirina sûcên şer hewl dide bi pêş ve biçe. Li hemberî vê yekê berxwedana destanî ya hêzên me li Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara, Karker û Werxelê bi qasî 5 meh in didome. Di vê pêvajoyê de artêşa Tirk a dagirker tevî hemû arastebûna xwe ya teknîkî nekariye hêzên xwe ji hewayê li her cihekî dayîne û bi cih bibe. Ji ber vê yekê wesayîtên kepçeyê dixe nava tevgerê û rê vedike û hewl dide bi pêş ve biçe û xwe bigihîne çeperên şer. Artêşa Tirk a dagirker ku sûcên şer dike û bi xwe spartina li teknîka mezin şerekî qirêj dimeşîne, tevî van hemûyan jî ji çalakiyên hêzên me yên bi şêwazê lêdana jêhatî û cesareta bilind lidar dixe derbeyan dixwe û nekariye xwe ji windahî dayinê rizgar bike.

Di çalakiyên hêzên me de; 6 dagirker hatin cezakirin û 1 wesayiteke kepçe jî hate derbkirin. Artêşa Tirk a dagirker; 8 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî, 23 caran bi helîkopterên êrîşê, 26 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran Qadên Berxwedanê bombebaran kiriye.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Dagirkerên ku nekarîn hêzên xwe ji hewayê ve li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara deynin û bi cih bibin, hewl didin bi wesayîtên zirxî ji aliyê bejahî ve bi pêş ve biçin. Dagirkerên ku hêzên me bi ruhê fedayî û operasyonên şoreşgerî yên Apoyî bi bandor li wan xistibûn, 24’ê Tebaxê careke din hewl dan ji aliyê bejahî ve bi pêş ve biçin. Di 24’ê Tebaxê de destpêkê bi taktîka sûîqestê li dagirkeran hat xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku nekarîn bi pêş ve biçin, vê carê jî bi wesayîtên zirxî û kepçeyan hewl dan xwe bigihînin çeperên berxwedanê. Heman rojê tîmên me yên gerîla yên bitevger ev wesayitên kepeçe û dagirkerên li derdora wan bi çalakiyeke gerîla ya koordînekirî hatine hedefgirtin û li wan hat xistin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi çekên giran wesayîtên kepçe hedef girtin û li wan xistin û 1 kepçe jî bi giranî hate derbkirin. Kepçeyên din neçar man xwe gavekê paşve bikişînin. Baskê duyemîn ê çalakiyê; bi taktîka sûîqestê li dagirkeran dan û 1 dagirker hate cezakirin.

Roja 24’ê Tebaxê saet 12:40’an, dagirkerên ku xwestine li Qada Berxwedanê ya Çemço bikevin tevgerê, ji aliyê tîmên me yên gerok ve hatine hedefgirtin û bi çekên giran li wan hate xistin.

Roja 25’ê Tebaxê saet 08.00’an hêzên dagirker ên ku dixwestin xwe li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço bi cih bikin, ji aliyê tîmên me yên bitevger ve bi çekên giran hatin xistin. Piştî derbên hêzên me, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

Artêşa Tirk a dagirker ku nekarî berxwedana hêzên me bişkîne û li Qada Berxwedana Karker bi pêş ve biçe, li vir jî bi wesayîtên zirxî û kepçeyan hewl dide bi pêş ve biçe. Ji bo vê jî bi hewldana îmhakirina çeperên berxwedanê û tunelan hewl dide encamê bigire. Roja 25’ê Tebaxê saet 08:20’an tîmên me yên tevger ve bi çekên giran li komek dagirker ên ku li Qada Berxwedanê ya Karker xwestin bikevin nava tevgerê dan û herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

Di 23’ê Tebaxê saet 21:50’î de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bitevger ve bi taktîka sûîqestê hatine gulebarankirin û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 24’ê Tebaxê saet 09:50’î de dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, bi çekên ferdî hatin hedefgirtin û derb kirin. Piştî vê çalakiyê, dagirker neçar man ku belav bibin.

Di 24’ê Tebaxê saet 15:20’an de, dagirkerên ku kameraya mobeseyê li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih kirin û xwestin bi pêş ve biçin, bi taktîkeke sabotajê hatin derbkirin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî;

Di 24’ê Tebaxê de çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara, Werxelê û Girê Amediyê 8 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, çekên giran, helîkopter û balafirên şer;

Di 23 û 24’ê Tebaxê de li Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM’ê tevgera balafirên keşfê hate dîtin.

Di 22, 23 û 24’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê û Kurojahro 23 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 15’ê Tebaxê de li qadên Dola Dêraşîşê û Gundê Rusê yê Bektorya yên Heftenînê ji bo gelê herêmê bitirsîne û dîl bigire 3 caran ji aliyê artêşa Tirk ve bi balafirên şer hatin bombekirin. Di encama bomberdûmanan de li qadê şewat derket.

Di 24 û 25’ê Tebaxê de qada Girê Şehîd Hakî ya Xakûrkê û Girê Çarçel a Metîna 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 24’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bihar, Girê Cûdî, Şehîd Adil û Çemço 20 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 24’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê Amediyê, Çemço û Sîda bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.”