Li Bûkanê Kurdek hate destgîrkirin
Hêzên Îranê li bajarê Bûkanê yê Rojhilatê Kurdistanê, Kurdek destgîr kirin û birin cihekî nediyar.
Hêzên Îranê li bajarê Bûkanê yê Rojhilatê Kurdistanê, Kurdek destgîr kirin û birin cihekî nediyar.
Hat zanîn ku roja Şemiyê hêzên Îranê li bajarê Bûkan a Rojhilatê Kurdistanê bi ser cihê karê welatiyeke Kurd ê bi navê Hisên Ehmedî yê ji gundê Baxçe ya Bûkanê ye girtin û ew li wir destgîrkirin.
Tevî ku malbata Ehmedî xwest fêm bike bê ka ew birine kuderê lê hemû hewldanên wan bê encam ma. Heta niha têkildarê sedemên destgîrkirin û cihê ku Hisên Ehmedî birine ti agahî li ber dest nîne.