Bîlançoya mehekê: 6 kolber hatin kuştin, 35 jî birîndar bûn

Li gorî bîlançoya mehekê ya Kolbernews’ê bi giştî 6 kolber li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn.

Kolbernews’ê bîlançoya mehekê ya rewşa kolberan eşkere kir. Di bîlançoyê de hatiye gotin ku di nava mehekê de 6 kolber hatine qetilkirin û 35 kolber jî birîndar bûne.

Li gorî bîlançoyê ji 35 kolberên birîndar bûyî 24 ji wan ji ber gulebarana rasterast a hêzên dewleta Îranê, 4 kolber ji ber teqîna mayînê û 7 kolber jî ji ber ketina ji bilindahiyan a ji ber xwe rizgarkirina ji êrîşên hêzên dewletê birîndar bûne.

Ji giştî 41 kolberan jî 23 kolber li ser sînorê Bane, 14 kolber li ser sînorê Newsûdê, 3 kolber li ser sînorê Şino û kolberek jî li ser sînorê Selas Bavecanî hatine birîndar û qetilkirin.