Malbata Şenyaşar bersiva Erdogan da: Em ne di heman keştiyê de ne

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna xwe ya edaletê didomînin, işaret bi daxuyaniya Erdogan a “Em di heman keştiyê de ne” kir û got, "Em ne di heman keştiyê de ne."

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja xwe ya 534’emîn de ye.

Malbatê, li pêşiya avahiya edliyeyê dest bi nobetê kir.  

‘EM NE DI HEMAN KEŞTIYÊ DE NE’

Malbata Şenyaşar di hesaba xwe ya medya dijîtal de îşaret bi daxuyaniya Erdogan a “Em di heman keştiyê de ne” kir û got: “Partiya ku di navê wê de edalet heye, ezmûna xwe ya herî mezin dê li dijî dayîka ku li gel hemû zextan nehatiye bêdengkirin bide. Em ne di heman keştiyê de ne.”