Ji bo kadrotî û pereyan êrîşî HDP'ê dikin

Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr got, zarokên gelek ji kesên li pêşiya HDP'ê çalakiyan dikin neçûne çiyê.

Li gorî agahiyan, kesên ku ber bi avahiyên HDP'ê yên Amed, Wan û Colemêrgê ve têne şandin, bi haziyên dewletê re li ser kadrotî û pereyan peyman çêkirine û êrîşa herî dawî ya 19'ê Tebaxê ya li ser avahiya HDP'ê ya Colemêrgê jî ji ber vê yekê bû.

Hevserokê Colemêrgê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Lokman Ozdemîr anî ziman ku nêzî du sal in hin kes ber bi avahiya HDP'ê ve têne dehfdan. Ozdemîr got, "Heqaret, neheqî û dijminatiyê li partiya me û gelê me dikin."

Ozdemîr diyar kir ku zarokên piraniya kesên têne pêşiya avahiya HDP'ê neçûne çiyê û got, "Delîlên vê yekê li ber destê me hene, navên wan jî hene. Yên bixwazin em dikarin navê wan jî bibêjin. Tevî ku zarokên van mirovan neçûne çiyê, têne pêşiya HDP'ê û heqaretê li me dikin. Hinek ji wan ji bo kadrotiyê ji dewletê werbigire tevlî dibin, hinek jî provokatorên bi peyman e. Heqaretê li me dikin û bi vî rengî plan dikin ku sebra me bifûrînin û bikin ku em êrîşî wan bikin. Em ê nekevin xefika wan."

'COLEMÊRGÎ DI NAVA WAN DE KÊM E'

Ozdemîr anî ziman ku piraniya kesên ber bi avahiya HDP'ê ya Colemêrgê ve têne şandin ne ji Colemêrgê ne û got, "Em naxwazin ku êdî bên. Em dixwazin ev şer êdî biqede û kes neyê kuştin. Yên ku îdîa dikin ku zarokên wan çûne çiyê bila neyên vê derê, ji bo xwîn neyê rijandin bila têbikoşin."