Ciwanên Iraqê banga boykot kirina kel û pelên Tirkiyeyê kir

Ciwanên Iraqê bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurdistanê û Iraqê kir ku kel û pelên Tirkiyeyê boykot bikin.

Ciwanên Iraqê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li gelê Kurdistan û Iraqê kir ku kel û pelên Tirkiyeyê boykot bikin.

Di daxuyaniya de hat diyarkirin ku Tirkiye pereyê bombeyan bi firotina kel û pelên xwe ji Iraq û Kurdistanê distîne û got: “Em wek ciwanên Iraqê, bang li gelê Kurdistan û Iraqê dikin ku malên Tirkiyeyê boykot bikin. Tirkiyeya dagirker her roj ji bo berfireh kirina dagirkeriya xwe bi balafiren keşf û şer axa me bombabaran dike. Pereyê wan bombeyan, bi firotina kel û pelên xwe ji gelên Iraq û Kurdistanê distîne. Beriya kirîna kel û pelek ê Tirkiyeyê bila Komkujiya Zaxo-Perexê were bîra we! Wê komkujiyê ji bîr nekin! Em wek ciwanên Iraqê ji bîr nakin û em ê hesabê vê komkujiyê ji Bexdayê heta bi Silêmaniyê cihên Tirkan dagirker kirine dojeheke agir bipirsin.

Em bang li gelê xwe dikin ku kirîna her kel û pelekê Tirkiyeyê dibe guleyek li hember pêşeroja me.“

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bimire dagirkeriya Tirk“ û “Bijî serxwebûn“ bi dawî bû.