JIN
Hemû Nûçe
-
Li Girtîgeha Jinan a Enqereyê tacîz û lêgerîna tazî!
Li Girtîgeha Jinan a Enqereyê zexta lêgerîna tazî tê kirin û girtî rastî tacîza leşkeran tên. Jin bi çalakiyeke balkêş bersivê didin van zext û zordariyan. -
'Bazara Xwezayî' bi piştevaniya jinan li ser piyan e
Li 'Bazara Xwezayî' a li gundê Ûzûndereyê, ku bi tenê jin dezgehê lê vedikin, her hefte berhemên bi destê jinan ve tên hilberîn, tên firotin. Jinên li bazarê dezgeh vekirin anîn ziman ku bazar bi piştevaniya jinan li ser piyan e. -
'Bêrêxistinî, şîdeta li jinê û xwekuştinê zêde dike'
Parêzvanên mafên jinan ên li Başûrê Kurdistanê, ji bo bidawîbûna şîdeta li hemberî jinê bang li her kesî kirin ku bi berpirsyarî rabin. Nûneran diyar kirin ku rewşa bêrêxistinî, şîdeta li jinê û bûyerên xwekuştinê zêde dike. -
Pirtûka 'Her jinek çîrokek xwe heye' hat nasandin
2. Pirtûka ji çîrok û helbestên hevdîtina 'Her jinek çîrokek xwe heye' ya UTAMARA, hat nasandin. -
Dayikan cejn li parêzvanên xwe pîroz kirin
Dayikên Kampa Şehîd Rustem Cudî cejn li biryargeha leşkerî a YJA Starê pîroz kirin. -
'Êdî dibînim, dibihîzim û dizanim'
Gerîlaya YJA Starê Avşîn Turkmen yek ji hezaran jinên di encama lêgerîna li azadiyê de berê xwe dan têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Turkmen niha li çiyayên Kurdistanê şervanan têkoşîna azadiyê ye. -
Li Viyanayê Komîsyona Jinan a HDP’ê hat avakirin
Komîsyona Jinan a HDP’ê li Viyanayê xebatên xwe bi gel re didomîne. -
Li Viyanayê çalakiya kon a li dijî tecrîda li ser Ocalan
Li Viyanayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, konê agahdarkirinê hat vedan. -
Ji xwerêveberiya li Cizîrê re jin pêşengiyê dikin!
Li Cizîrê, li dijî polîsên tevgera taybet ên xwestin piştî îlana xwerêveberiyê dest bi operasyona binçavkirinê bikin, li taxan nobed tên girtin. -
'Xweparastin xwedîderketina li xwe ye'
Ji fermandarên YJA Starê Nûjiyan Amed destnîşan kir, ku di pêvajoya heyî de xweparastin ji bo gelê Kurd, rewşeke jêneveger e. -
Ji însiyatîfên jinan ên Fransa banga piştgiriya ji HDP’ê re
Însiyatîfên jinan ên li Fransa xebatan dimeşînin, bang kirin ku di 1’ê Mijdarê de piştgiriyê bidin HDP’ê. -
Li Wûppertalê çalakiya kon hat destpêkirin
Meclîsa Jinê ya Viyan, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Wûpperatê kon veda. -
Li dijî konsepta şer a AKP'ê nameya ji bo Serokwezîrê Îngilîstanê
Jinên ji qada navneteweyî, nameyek ji Serokwezîrê Îngilîstanê re nivîsandin û xwestin, zextê li AKP'ê bike. -
Li Mannheîmê jinên ciwan tevlî xebatên ji bo hilbijartinê bûn
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, jinên ciwan û endamên tevgera jinê tevlî xebatên standa hilbijartinê bûn. -
Li Brukselê çalakiya edaletê
Komek ji jinên li paytexta Belçîka Brukselê li hev civiyan, bi çalakiyek ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan ve hat organîzekirin re, şoreşgerên din ên di komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin bibîr anîn û xwestin komkujî bê ronîkirin. -
Jinan li Hambûrgê ji bo aştiyê tûra keştiyê pêk anîn
Li bajarê Elmanya Hambûrgê jinan ji bo aştî û xweseriya demokratîk, tûra bi keştiyê pêk anîn. -
KJK: Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin
Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk, xwedî li şehîdan derkevin. -
'Li Cizîrê her kes aştiyê dixwaze'
Ji aktîvîstên "Însiyatîfa tu jî ji bo aştiyê xavikekê girê bide" hunermend Îlkay Akkaya ya ji bo piştgirîdayîna jinan çû Cizîrê got, "Me kî dît, ji me re digot em aştiyê dixwazin." -
Girtina Leyla Îmret ji wezîfeyê hat şermezarkirin
Endamên Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, girtina Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ji wezîfeyê, bi meşekê şermezar kirin. -
Jinên Tirkiyeyî goristan û taxên Cizîrê ziyaret kirin
Jinên endamên "Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê", goristan û taxên Cizîrê ziyaret kirin. -
Aktîvîstên 'Tu jî xavikekê ji bo aştiyê girê bide' li ser rêya Cizîrê ne
Aktîvîstên 'Tu jî xavikekê ji bo aştiyê girê bide' dixwazin destekê bidin gelê Cizîrê û xaniyên ji ber terora dewletê bûne xirbe, ji nû ve ava bikin. Aktîvîstan destnîşan kirin ku aştî bi yekîtiya jinan pêkane. -
Jinên li Hambûrgê wê ji bo aştiyê dest bi tûra keştiyê bikin
Jinên li bajarê Elmanya Hambûrgê dijîn, ji bo aştî û xweseriya demokratîk dest bi tûra keştiyê dikin. Tûr ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve tê organîzekirin û wê roja Çarşemê destpê bike. -
Ji jinên HDP'yî li Londonê pêla xebatên hilbijartinê
Jinên HDP'yî piştî civîna girseyî ya koordînasyonê ya êvara 17'ê Îlonê, lez dan xebatên xwe yên rêxistinbûyîn û çalakiyên li kolanan. -
Endamên Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan li Cizîrê ne
Ji gelek bajarên Tirkiyeyê 150 jinên endamên Ji bo Aştiye Hewldana Jinan hatin Cizîra Botan. -
Ji jinan çalakiya ji bo azadiya Ocalan
Jinên Kurdistanî yên endamên Meclîsa Jinên Kurd a Amara ya li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh saet di 15:00 de li Meydana Sergelê çalakiyek lidar xistin.