Jinên Kurdistanî yên endamên Meclîsa Jinên Kurd a Amara ya li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh saet di 15:00 de li Meydana Sergelê çalakiyek lidar xistin.
ANF
STOCKHOLM
yekşem, 20 rezberê 2015, 07:10
Jinên Kurdistanî yên endamên Meclîsa Jinên Kurd a Amara ya li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh saet di 15:00 de li Meydana Sergelê çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala KCK'ê hatin hildan. Beşek ji çalakgerên jin jî li defê xistin û bi hev re sirûd û stranên bi Kurdî gotin.
Jinan di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Tecrîda li ser Ocalan rakin", "Ji Kurdistanê re aştî, ji Ocalan re azadî" qîriyan û der barê çalakiya xwe de belavok belav kirin.