Ji jinên HDP'yî li Londonê pêla xebatên hilbijartinê

Jinên HDP'yî piştî civîna girseyî ya koordînasyonê ya êvara 17'ê Îlonê, lez dan xebatên xwe yên rêxistinbûyîn û çalakiyên li kolanan.

Jinên HDP'yî piştî civîna girseyî ya koordînasyonê ya êvara 17'ê Îlonê, lez dan xebatên xwe yên rêxistinbûyîn û çalakiyên li kolanan.

Jinan bi beşdariya girseyî 3 komên semtan û komeke medyayê ava kirin û ji sibeha Înê û pê ve her roj li kolanan belavokan belav dikin.

Jin mal bi mal, dikan bi dikan geriyan û 2000 belavokên Koordînasyona Jinê ya HDP'ê ya Brîtanyayê belav kirin. Jin her roj di heman demê de dadikevin semtên cuda û roja Şemiyê jî li herêmên Edmanton û Tottenham ên koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî lê gelek in, bi xwepêşandanek li kolanê belavok belav kirin.

Jin bi kincên xwe yên gelêrî û lêdana defê daketin kolanan û rastî eleqeyeke mezin û bi coş hatin.

Di heman demê de li herêmên Wood Green û Islîngtonê jî jin li nava malan û dikanan seriyan. Roja Yekşemê jî beşdarî dawetê û 40 xwarinan bûn û xebatên xwe bi vî rengî li her derê didomînin.

Bi vê coş û performansê re dildarên HDP'ê yên jin, roj bi roj zêde dibin û bi awayekî aktîf tevlî xebatê dibin.

...