'Li Cizîrê her kes aştiyê dixwaze'

Ji aktîvîstên "Însiyatîfa tu jî ji bo aştiyê xavikekê girê bide" hunermend Îlkay Akkaya ya ji bo piştgirîdayîna jinan çû Cizîrê got, "Me kî dît, ji me re digot em aştiyê dixwazin."

Ji aktîvîstên "Însiyatîfa tu jî ji bo aştiyê xavikekê girê bide" Filor Ûlûk Benlî ji bo rewşa li Cizîrê dît got, "Li vê derê şerekî rastî qewimiye. Şîdeteke ewçend dijwar û tirsnak hatiye kirin, ku mirov nikarin texmîn bikin." Hunermend Îlkay Akkaya jî got, "Me kî dît, ji me re digot em aştiyê dixwazin."

Aktîvîstên "Însiyatîfa tu jî ji bo aştiyê xavikekê girê bide" Filor Ûlûk Benlî, Ummuhan Kûrşûn û hunermend Yasemîn Goksû û Îlkay Akkaya, ji bo piştgiriyê bidin jinan çûn Cizîrê.

Benlî û Akkaya, çavdêriyên xwe yên li Cizîrê ji ANF'ê re vegotin.

Benlî diyar kir ku di çarçoveya projeya "Ji bo aştiyê tu jî xavikekê girê bide" de ji sala 2011'an û vir ve li dijî şer ew banga "bi mercên wekhev, bi mafên wekhev û bi zimanên dayikê re aştî" dikin û da zanîn ku bi komkujiya li Pirsûsê re piştî ku şer ji nû ve destpê kir, wan biryara destpêkirina çalakiyan dan. Benlî got, "Ji bo li Rojava bibin dengê Rojhilat, me li Enqere û Stenbolê çalakî lidar xistin. Piştre em hatin Cizîrê, ku li vê derê Nûh piştî tofanê jiyan ji nû ve ava kiriye."

'LI VÊ DERÊ ŞEREKÎ RASTÎ DIQEWIME'

Benlî ji bo rewşa li Cizîrê lê rast hatin got, "Li vir şerekî rastî heye" û wiha axivî: "Dema em hatin Taxa Nûhê, bêhna barûtê û gaza îsotê hat me. Rewş aloz e. Bi rastî jî şer li vir qewimiye. Ne weke ji dûr ve lê were temaşekirin e. Şîdeteke ewçend giran li vê derê hatiye kirin, ku mirov nikarin texmîn bikin. Li vir 21 windahiyên me hene."

'JI ME RE GOTIN; DIYARIYA HERÎ MEZIN A HÛN BIDIN ME AŞTÎ YE'

Benlî bibîr xist ku ew bi xavikên aştiyê yên spî hatine navçeyê û got, "Xavika spî li Anatoliyê nîşaneyeke. Jin ji bo şer û pevçûnan bisekinînin, xavika xwe ya spî diavêje erdê. Têkiliya hevpar a gelên Anatoliyê ye. Dema me xwest wan xavikan diyarî jinan bikin, wan ji me re gotin, 'diyariya herî mezin a hûn bidin me aştî ye', li ser xavikan 'aştî' nivîsandin û dan me."

Benlî got, "Ev der wêran bûye, bi rastî jî wêran bûye" û ev xal destnîşan kir: "Bi gotinên modern re naxwazim bêjim 'empatiyê çêbikin'. Dixwazim bêjim 'bibin mirov'."

Benlî der barê çavdêriyên xwe de got, "Bajar hema bêjin mirî ye. Coş û kelecaneke cejnê lê nîne. Şîn lê heye. Zarok dema li nava kolanan me re digeriyan timî digotin 'Xuşkê pê li cihê ez pê lê dikim bike'. Xuyaye bermayînên çekan an jî mayînên ji dema şer hene. Li vê derê rewş hînê awarte ye. Duh êvarê saet di 17:00 de leşker li herêmê civiyane. Dibe ku careke din bûyer biqewimin."

'XWESTIN TÊKILIYA BI PIRSÛSÊ RE BIBIRIN'

Benlî komkujiya Pirsûsê ya 33 şoreşger lê hatin qetilkirin bibîr xist û got, "Bi wê komkujiyê re peyama 'xwe jê vegire' ji rojava re hatibû dayîn. Xwestin têkiliya pê re bibirin. Tevî vê yekê jî em li vir in."

Benlî anî ziman ku ji bo piştgiriyê bidin mirovên bêmal ên li Cizîrê wan dest bi kampanyayê kirine û got, "Ev kampanya bi rêya înternetê tê meşandin. Hin malbat hene ku malên wan bi temamî hilweşiyane. Em ji wan re malên kirêkirî digirin, alavên nava malê dikirin. Mînak; sê kes li hev kom dibe dolabê dikire û dibe ji malbata pêwîstiya xwe pê heye."

Benlî herî dawî got, "Tevî her tiştî jî, em ê dîsa werin vê derê, dîsa werin vê derê. Wê nikaribin vê têkiliya me bibirin. Berevajî, ev têkiliya me wê xurttir bibe."

'HER KES AŞTIYÊ DIXWAZE'

Hunermend Îlkaya Akkaya jî got, "Me li Cizîrê kî dît, ji me re got em dixwazin aştiyê. Jin hemû aştiyê dixwazin. Li Kobanê jî windahiyeke zêde Çêbû. Me dayikên wan jî dîtin. Jin hemû aştiyê dixwazin."

Akkaya ragihand ku wan dîtine di encama dorpêçiya 8 rojan de hilweşîneke mezin rû daye û got, "Mirov hewl didin rabin ser piyan. Moralê gel gelekî bilind e û her kesên em pê re axivîn dibêjin wê berxwedan bidome. Di dawiya her peyvê de jî dibêjin aştî."

'DIVÊ PIŞTGIRÎ BÊ XURTKIRIN'

Akkaya ji bo kar û barên ji niha û pê ve jî werin kirin got, "Em difikirin ku ji niha û pê ve piştgiriya xwe xurttir bikin. Jİ ber ku ji Pirsûsê ve hewl tê dayîn têkilî û biratiya rojava û rojhilat bê xerakirin. Divê mirov li hemberî vê bisekinin. Lewma em li vir in."