'Xweparastin xwedîderketina li xwe ye'

Ji fermandarên YJA Starê Nûjiyan Amed destnîşan kir, ku di pêvajoya heyî de xweparastin ji bo gelê Kurd, rewşeke jêneveger e.

Amed da xuyakirin ku xweparastin yek ji wezîfeyên jêneveger ên roja îro ye û got, "Di pêvajoyeke bi vî rengî de xweparastin ji bo gelan gelekî girîng e. Ji bo Kurdan jî ji xwe rewşeke jêneveger e"

Ji fermandarên YJA Starê Nûjiyan Amed, girîngiya xweparastinê ya di roja îro de nirxand. Nûjiyan Amed destnîşan kir ku xweparastin yek ji wezîfeyên nebe nabe yên roja îro ye û got, "Di pêvajoyeke bi vî rengî de xweparastin ji bo gelan gelekî girîng e. Ji bo Kurdan jî ji xwe rewşeke jêneveger e. Divê mirov bi pîvana parastina xwe bizanibin. Ev yek yek ji pîvanên bingehîn ên xweparastinê ye. Kurd bi sedan salan li êrîşan rast hatin. Di sedsala dawî de jî rastî êrîşên faşîzan ên tinekirin û înkarê hatin. Lewma yek ji gelên ku pêwîstiya xwe herî zêde bi xweparastinê heye. Dema rastiya heyî ya Rojhilata Navîn û Cîhanê were nirxandin, wê were dîtin ku ji bo Kurdan xweparastin nebe nabe. Li hemberî êrîşên bi vî rengî yên faşîzan û hov, mayîna di rewşeke bêparastin de, tê wateya tinekirina xwe bi xwe."

GUL BI KELEMÊN XWE XWE DIPARÊZE, EM JÎ BI RÊXISTINBÛYÎNA XWE

Nûjiyan Amed diyar kir ku girîng e sîstema xweparastinê bi awayekî rêk û pêk were meşandin û got, "Parastina gulekê, kelekên li dora wê ye. Em jî, ji bo azadiya xwe bi hevgirtin û rêxistinbûyîneke rast dikarin xwe bi hesanî biparêzin. Xweparastina gulê eger kelemên wê bin, xweparastina me jî rêxistinbûyîna me ye. Bi rêxistinbûyînê re em dikarin pêşî li parçebûyînê bigirin. Bi rêxistinbûyînê re em dikarin bibin lehî û biherikin. Li ti devera cîhanê, kesî nekariye zerarê bide hêz û gelekî rêxistinbûyî.

Eger li welatekî êrîşên faşîzan hebin, eger li welatekî li ser navê demokrasiyê tiştek tinebe, eger li welatekî azadî ji holê hatibe rakirin û siyaseta înkar û tinekirinê tê meşandin, wê çaxê xweparastind ikeve dewrê. Her rêbaza xweparastinê rewa ye. Çek jî di nav de. Pêwîstiya me ya bi xweparastinê herî zêde di vê demê de heye."

Amed destnîşan kir ku xweparastin tê wateya zanebûna çand, ziman, dîrok, erdnîgarî û ya herî girîng jî zanebûna jiyana bi cewhera xwe ye.

'BI XWEPARASTINÊ RE EM AMADE NE BI SER BIKEVIN'

Nûjiyan Amed ragihadin ku li Bakurê Kurdistanê, meşandina xweparastinê bi xurtî ji aliyê gel û gerîla ve, wezîfeya bingehîn e û got, "Gelê Kurd xwe li bakurê Kurdistanê diparêze û di vir de jî serketî ye. Berxwedana gel nîşaneya vê yekê ye. Her wiha, çalakiyên bersivdayînê yên gerîla ku ji bo parastina gel tên kirin, serketî ne. Gel her tim di pozîsyona xwe bi rêvebirinê de ne."

Amed da zanîn ku AKP bi hêza Kurdan bû desthilatdar û niha bi hêza Kurdan serberjêr bûye. Amed diyar kir ku Kurd bi xwe hesiya ye ku li Tirkiyeyê xwedî hêzeke ewçend mezin e û got, "Eger Kurd xwe birêxistin bikin û bibin yek, wê li Tirkiyeyê demokrasî derkeve asta herî bilind. Gelê me wê vê yekê derxîne asta herî bilind. Li ser bingeha xweparastinê wê bi ser bikeve. Ev serketin wê ne tenê ya Kurdan be, wê ya hemû gelên li Tirkiyeyê be."

Nûjiyan Amed anî ziman ku divê gel û gerîla ji her demê bêhtir li dora hev bicivin û destnîşan kir ku hevgirtineke bi vî rengî wê encamê bi xwe re bîne.

'DIVÊ HERÎ ZÊDE JIN XWEPARASTINÊ BI PÊŞ VE BIBIN'

Nûjiyan Amed bal kişand ser rola jinê ya di xweparastinê de û got, "Heta avakirina civaka azad wê têkoşîn dewam bike. Pêwîste jin ji her alî ve xwe biparêzin. Jinan berê xwe dan çiyê û em hemû ji bo vê têdikoş in. Bêyî têkoşînê ti tişt bi dest nakeve. Di rastiya Kurdistan û Rojhilata Navîn de xweparastina jinê wezîfeyeke jêneveger e. Ya ku divê xweparastinê ji her alî ve bi pêş ve bibe, jin e. Jin çiqasî xweparastinê xurt bike, civak jî wê ewqasî azad bibe."

Amed da xuyakirin ku jin j her demê bêhtir xurt in û got, "Yek ji xweparastinên me yên meizn, welatparêziya me ye. Dilsoziya bi ziman, çand, erdnîgarî û xaka xwe û li ser vê bingehê meşandina xweparastinê, yek ji cewhera me ya jêneveger e. Çeka herî xurt a xweparastinê ya jinan, xwedîderketina li çand, erdnîgarî û xaka xwe ye. Bi vê yekê re xwe diparêzin, cewhera xwe diparêzin. Ev gelekî girîng e."