Girtina Leyla Îmret ji wezîfeyê hat şermezarkirin

Endamên Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, girtina Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ji wezîfeyê, bi meşekê şermezar kirin.

Endamên Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, ku ji bo piştgirîdayîna gelê Cizîrê û dîtina bûyerên li navçeyê qewimîn hatin Cizîrê, meşek lidar xistin û girtina Hevşaredar Leyla Îmret ji wezîfeyê şermezar kirin. Jinên li Kolana Hunernê kom bûn û qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Leyla Îmret ne bi tenê ye" û "Bijî piştgiriya jinan" heta ber avahiya Şaredariyê meşiyan.

Gulîs Saglam li vir peyivî û destnîşan kir ku girtin hevşaredar a ji wezîfeyê, li dijî hiqûqê ye. Saglam anî ziman ku bi vê biryarê re êrîş û bêhurmetî li vîna gelê Cizîrê hatiye kirin û hat gotin, "Divê Wezaretî tavilê wezîfeya Îmret radestî wê bike."

Saglam da xuyakirin ku yên herî zêde ji şer winda dikin jin in û anîn ziman ku divê bi lezgînî şert û mercên aştiyê werin afirandin.