Ji însiyatîfên jinan ên Fransa banga piştgiriya ji HDP’ê re

Însiyatîfên jinan ên li Fransa xebatan dimeşînin, bang kirin ku di 1’ê Mijdarê de piştgiriyê bidin HDP’ê.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst-Parîs, Însiyatîfa Hilbijartinê ya Jinên Kurd a Parîs, Însiyatîfa Hilbijartinê ya Jinên Kurd a Renn, Însiyatîfa Jinên Kurd a Strasbourg, Koordînasyona Hilbijartinê ya Jinên Kurd a Marsîlya, Însiyatîfa Hilbijartinê ya Jinên Kurd a Evry, Însiyatîfa Hilbijartinê ya Jinên Kurd a Creîl, Însiyatîfa Hilbijartinê ya Jinan a Mantes la Jolie bi daxuyaniyeke hevpar banga destdayîna ji HDP’ê re kirin.

Hat diyarkirin ku konsepta şer a bi Darbeya Qesrê pêk tê, herî zêde nasnameya jinê dike hedef û ev xisûs hat diyarkirin: “Desthilatdariya AKP’ê ya 13 salan bi polîtîkayên xwe yên dijmintiya li hember jinan bû rojev. Ev feraseta cinsiyetperest û bi serweriya mêr hê zêdetir bêperwa bûne, bi polîtîkayên hovane û barbar di êrîşa li hember jinan de sînoran nas nakin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Erdogan ê nebû serok û bi serê xwe nebû desthilat, Destûra Bingehîn, hiqûqê tine dihesibîne bi zilm û şer bersivê dide daxwaza guhertinê ya gelan.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di pevajoya hilbijartinê ya wê di nav şert û mercên şer de pêk bê, wek jin em ê  careke din alîgirên aştî, demokrasî û azadiyê bin… Weke di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de em li ked, beden û nasnameya xwe xwedî derdikevin û dibêjin deng ji HDP’ê re.”

Di dawiya daxuyaniya jinan de wiha hat gotin: "Em diyar dikin ku di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de em ê bixebitin. Em bang li tevayî raya giştî dikin li hember Darbeya Qesrê piştgiriyê bidin HDP’ê.”