Dayikan cejn li parêzvanên xwe pîroz kirin
Dayikên Kampa Şehîd Rustem Cudî cejn li biryargeha leşkerî a YJA Starê pîroz kirin.
Dayikên Kampa Şehîd Rustem Cudî cejn li biryargeha leşkerî a YJA Starê pîroz kirin.
Dayikên Kampa Şehîd Rustem Cudî cejn li biryargeha leşkerî a YJA Starê pîroz kirin.
Gava tê gotin cejn di hişê mirovan de şahî, dilxweşî, civakbûyîna di nava mirovan de û aramî xwe zindî dike. Lê di roja me ya îro de cihê şahî êş, cihê dilxweşî jî dilên birîn hatiye dagirtin. Bi taybetî jî ji bo gelê Kurd cejn ti wateya xwe ne maye. Dayika bi navê Fehîme ji bo cejnê ev gotin bilêv kir; "Di cihanê de ti aramiya jiyanê ne maye. Her roj kuştin û komkujî rû didin. Ji bo vê jî ti şahî li gor wateya xwe nayên jiyîn."
'JI BO ME TI CEJN NÎNE'
Dayika bi navê Eydê herî zêde balê dikşîne li ser deshilatdariya ku jiyanê xistiye di nava xeteriyê de û wiha dibêje; "Em di cîhana zilaman de dijîn. Ji bo wê jî jiyan û hebûna mirovan her roj tê kuştin. Her roj zarokên me, canên me ber çavên me tên kuştin." Dayika Eydê di dawiya axaftina xwe de got; “Lê cardin jî em hêza xwe ya jiyanê ji zarokên xwe digirin. Ji bo vê jî ji bo me ya herî girîng ew e ku tevahî dayik destên xwe bidin hev û vê cîhana zilaman hilweşîne ku cejn di wateyên xwe de werin jiyîn."