Li Mannheîmê jinên ciwan tevlî xebatên ji bo hilbijartinê bûn

Li bajarê Elmanya Mannheîmê, jinên ciwan û endamên tevgera jinê tevlî xebatên standa hilbijartinê bûn.

Jinên Ciwan ên Azad, ku di nava Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Mannheîmê de cih digirin, tevî endamên Jin ên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û pêkhateyên Jin ên HDP'ê, li meydana Paradeplatz a Mannheîmê konê agahdarkirinê vedan.

Jinên Ciwan der barê HDP'ê de broşurên ji zimanên cuda belav kirin û li ser rewşa beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê, zextên HDP pê re rû bi rû dimîne agahî dan derdorê. 

Di çalakiyê de hejmareke zêde broşur û belavok hatin belavkirin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû. Çalakî wê îro saet di 14:00 de li Marktplatzê dewam bike.

...