Jinan li Hambûrgê ji bo aştiyê tûra keştiyê pêk anîn
Li bajarê Elmanya Hambûrgê jinan ji bo aştî û xweseriya demokratîk, tûra bi keştiyê pêk anîn.
Li bajarê Elmanya Hambûrgê jinan ji bo aştî û xweseriya demokratîk, tûra bi keştiyê pêk anîn.
Çalakî roja Çarşemê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hat organîzekirin û banga rawestandina faşîzma AKP û DAIŞ'ê hat kirin.
Jinên ku danê sibehê ji bendera semta Harbûrgê bi rê ketin, keştî bi pankart, al û balonan xemilandin. Jin bi keştiyê tûrek avêtin û ber avahiya Elbphîlarmonîe ya li navenda Hambûrgê ji aliyê komek ji jinan ve bi qîrîna dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Bêrîdan Dep li rawestgeha yekemîn daxuyaniyek da û diyar kir ku weke jin ew xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine îlankirin, silav dikin. Dep anî ziman ku divê li dijî polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê bê derketin û da zanîn ku ew şer red dikin û wê çalakiyên xwe yên ji bo aştiyê bidomînin.
Keştiya ku ji aliyê kaptana jin a bi navê Magdalene ve dihat birêvebirin, piştre bi wergirtina rêwiyen nû re berê xwe da bendera semta Bergedorfê. Çalakger li vê derê jî ji aliyê komek ji jinan ku di nav de jinên SKB'yî jî hebûn, hatin pêşwazîkirin. Di mîtînga li ber stasyona trenê ya Bergedorfê de, jinan daxwazên xwe anîn ziman.
Di dawiya çalakiyê de ji bo standa hilbijartinê ya roja Înê li Harbûrgê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve were vekirin û civîna gel a roja Yekşemê ya li salona sporê ya DÎMA ya Bergedorfê ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê beşdar bibe, banga tevlîbûnê hat kirin.