Jinên Tirkiyeyî goristan û taxên Cizîrê ziyaret kirin

Jinên endamên "Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê", goristan û taxên Cizîrê ziyaret kirin.

Jinên li ser banba Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, duh ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin navçeya Şirnex cizîrê, gorên welatiyên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, ziyaret kirin. Jin li mala serxweşiyê ya li Taxa Cûdî civiyan û bi pankartên wêneyên 21 sivîlên hatin qetilkirin, ber bi Goristana Asrî ya Cizîrê ve meşiyan.

Dikandarên li kolana Nisêbînê jî bi çepik û dirûşmeyan, meşa jinan silav kirin.

DER BARÊ BERXWEDANÊ DE AGAHÎ HAT DAYÎN

Jin li nava goristanê geriyan, dua xwendin û hewl dan êşa mirovên xizmên xwe winda kirine parve bikin. 

Jin dûre ji bendên ji bo xweparastinê hatin danîn derbas bûn, xwe gihandin Taxa Yafesê û li ser berxwedana hat nîşandan bi gel re sohbet kirin.

Jin wê Taxa Nûrê jî ziyaret bikin.