Li Viyanayê Komîsyona Jinan a HDP’ê hat avakirin
Komîsyona Jinan a HDP’ê li Viyanayê xebatên xwe bi gel re didomîne.
Komîsyona Jinan a HDP’ê li Viyanayê xebatên xwe bi gel re didomîne.
Li paytexta Awûstûrya Viyana, Komîsyona Jinan a HDP’ê ya Viyana hat avakirin. Di bin banê komîsyonê de jin bi komî tên gel hev û xebatên hilbijartinê pêk tînin. Jin ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiye mal bi mal digerin û broşurên HDP’ê belav dikin.
Malbatên tên ziyaretkirin, diyar kirin ku bi xebatên hilbijartinê re wer hîs dikin kul i Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ne.
LI QADÊN FAŞÎSTAN XEBAT DIDOMIN
Komîsyona Jinên HDP’yî îro danê sibê ji derveyî ziyaretên malan, li bazara herêma 10. ya Viyanayê ku Tirkiyeyî lê zêde ne, belavok belav kirin û hilbijêr agahdar kirin. Hilbijêrekî ku dihat agahdarkirin got: “Jinên HDP’yî li cihekî wiha hejmarek zêde faşîst lê dijîn xebatan dimeşînin, ev ji bo me serbilindî ye.”
Piştî çalakiya belavok û agahdarkirinê, jinên HDP’yî li ser Cadeya Mariahilferstraße konê agahdarkirinê danîn. Çalakiya hê jî didome heta saetên êvarî wê berdewam bike.