'Bêrêxistinî, şîdeta li jinê û xwekuştinê zêde dike'
Parêzvanên mafên jinan ên li Başûrê Kurdistanê, ji bo bidawîbûna şîdeta li hemberî jinê bang li her kesî kirin ku bi berpirsyarî rabin. Nûneran diyar kirin ku rewşa bêrêxistinî, şîdeta li jinê û bûyerên xwekuştinê zêde dike.
HALÎT ERMÎŞ
SILÊMANIYE
yekşem, 27 rezberê 2015, 12:04
Şîdeta li hemberî jinê tê kirin, weke travmayeke civakî her di rojevê de ye. Ev yek li her devera cîhanê veguheriye pirsgirêka sereke ya mirovahiyê. Yek ji cihên ku şîdeta li dijî jinê gelekî lê tê dîtin Başûrê Kurdistanê ye. Li gorî statîstîkên di salên dawî de derketine holê, rewşa heyî tirsnak e.
Nûnerên rêxistinên jinan û aktîvîstên jin ên li Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin ku şîdet roj bi
'NÎŞANEYA TENGEZARIYÊ YE'
Hîndekara Zanîngeha Silêmaniyeyê parêzvana mafên jinan Dr. Aliye Celal got, "Mirovên serî li şîdetê didin, bi giranî hewl didin tengezariya xwe veşêrin, bi rêya şîdetê binixumînin."
Dr. Celal da xuyakirin ku tevî sedemên civakî û çandî yên van taybetmendiyên êrîşkariyê, krîzên siyasî û aborî yên li Başûrê Kurdistanê jî bandoreke cidî li rûdana rewşeke bi vî rengî vedikin. Dr. Celal destnîşan kir, ku qanûnên heyî, ji bo pêşîgirtina li bûyerên şîdetê têrker nînin.
'REWŞA BÊRÊXISTINÎ RÊ LI BER XWEKUŞTINÊ VEDIKE'
Dr. Celal anî ziman ku bûyerên xwekuştina jinê li herêmê gelekî tên dîtin û got, "Jin ji ber ku di warê xweparastin û mafên xwe de bi têrkerî zane û rêxistinbûyî nînin, dikevin nava hewldanên xwekuştinê."
Dr. Celal axaftina xwe wiha dewam kir: "Bûyerên xwekuştina jinan an jî bûyerên kuştina jinê, ne tenê li herêma me tên dîtin e. Lê li cem me jî diqewimin. Ji aliyê mafên xwe ve, ji aliyê wekheviya zayendan ve jin bi têrkerî zane nînin. Mînak; ji bilî xwekuştinê nizane wê kîjan rêyê biceribînin. Di vir de rewşa bêrêxistinî jî bandorê dike. Mînak; beriya niha bi çend salan kovarek hebû. Di vê kovarê de dihat nivîsandin 'xwekuştina jinê ji bo jinê rêya rizgariyê ye'. Tiştên bi vî rengî jî têra nîşandana xeteriya rewşê dikin."
'MÊRÊ LI PÊŞBERÎ SÎSTEMÊ TENGAV DIBE, ÊRÎŞÎ JINÊ DIKE'
Emel Celal Mûhammed jî anî ziman ku krîzên siyasî, leşkerî û şerên li Rojhilata Navîn bandoreke cidî ya neyînî li derûniya mirovan dikin û da zanîn ku mêrê li pêşberî sîstemê tengav dibe, êrîşî jinê dike. Mûhammed got, "Lewma, çi mezin çi bi çûk; mêrê desthilatdariya xwe winda dike, bi hêrs êrîşî jinê dike."
Mûhammed axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Sîstema li Başûrê Kurdistanê bi derketinaji serdestiya sîstemên dîktator, totalîter, ava bû. Ji ber vê yekê, zîhniyetê çandeke desthilatdariyê afirand. Sîstemeke ku lê mafên mirovan, edalet, wekhevî û vîna takeke nîne afirî. Di rewşeke bi vî rengî de civakeke çawa derdikeve holê? Civakeke ji her alî ve hatiye tepisandin, her tim li serî hatiye xistin derdikeve holê. Di nava civakeke bi vî rengî de bêguman wê meyla şîdetê jî rû bide. Ji ber ku jin qels tê dîtin, berê vê şîdetê herî zêde li jinê ye."
'BAREKÎ MEZIN DIKEVE SER MILÊ RÊXISTINÊN JINAN'
Ji rêveberên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (REJAK) a li Başûrê Kurdistanê Şehen Mihemed jî anî ziman ku statîstîkên salane nîşan didin ku şîdeta li hemberî jinê sal bi sal zêde dibe û got, "Eger pêşî lê neyê girtin wê bigihêje radeyeke gelekî xetere."
Mihemmed ragihand ku her sal bi hezaran jin rastî şîdetê tên, lê li hemberî vê şîdetê bi têrkerî xwe bi rêxistin nakin, têkoşîneke bi bandor nameşînin û got, "Haya jinê bi têrkerî ji dîroka xwe ya têkoşînê, ji rola xwe ya civakî nîne. Têkoşîna kolekirina jinê ji aliyê mêr ve, ku bi civaka çînî re xwe da der, hînê dewam dike. Ji bo ev koledarî, şîdet were sekinandin, barekî mezin dikeve ser milê rêxistinên jinan. Lê zehmet e mirov bêjin têkoşîneke têrker li hemberî vê tê meşandin. Ji xwe sîstem nikare vê bike. Ji ber ku sîstemê xwe li ser kolekirina civakê û jinê ava kiriye."
'DIVÊ QANÛN BANDORA JÊVEGERÊ BIKE'
Aktîvîsta jinê ya ji Başûrê Kurdistanê Çiya Yasîn da xuyakirin ku şîdeta li hemberî jinê li gorî rewşa sosyolojîk a civakan bi awayekî cuda xwe nîşan dide û bal kişand ser rewşa civakî ya Kurdan. Yasîn ragihand ku di nava civaka girtî ya Kurdan de jin her tim weke zayendek piştî mêr tê hatiye dîtin û got, "Eger hûn piştî mêr di nava civakê de cih digirin, ev yek tê wê wateyê ku ji destpêkê ve vîna we hatiye binpêkirin."
Yasîn ev rexne kir: "Sedemên xwe çi dibin blia bin; niha li dijî jinê şîdeteke cidî tê kirin. Vegotina vê, aşkerakirina cihêrengî û statîstîkên vê şîdetê, mixabin pirsgirêkan çareser nake. Ya girîng; peydakirina rê û rêbazên ji holê rakirina vê şîdetê, vê çanda şîdetê ye. Di vir de wezîfeyên girîng dikevin ser milê civakê, bi taybetî ser milê rêxistinên jinan. Bi dîtina min, di vê mijarê de jinan bi têrkerî xwe bi rêxistin nekirne û tênakoşin."
Yasîn anî ziman ku ji bo pêşîgirtina li şîdeta li hemberî jinê, divê tedbîrên qanûnî werin girtin û got, "Qanûnên me di vî warî de têrker nînin. Li aliyekî pêwîste mirov bên perwerdekirin, li aliyê din jî girîng e qanûn bandora jêvegera ji şîdetê bikin. Divê ev mijar bi awayekî cidî ji her alî ve were nirxandin, ku karibe çareser bibe."