'Êdî dibînim, dibihîzim û dizanim'
Gerîlaya YJA Starê Avşîn Turkmen yek ji hezaran jinên di encama lêgerîna li azadiyê de berê xwe dan têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Turkmen niha li çiyayên Kurdistanê şervanan têkoşîna azadiyê ye.
Gerîlaya YJA Starê Avşîn Turkmen yek ji hezaran jinên di encama lêgerîna li azadiyê de berê xwe dan têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Turkmen niha li çiyayên Kurdistanê şervanan têkoşîna azadiyê ye.
Avşîn Turkmen ji Turkmenên Antakyayê ye. Malbata wê ji Antakyayê koçî Hatayê kiriye. Ji ber ku bavê wê mamosteyê dîroka Tirk e, Avşîn di du saliya xwe de ji ber wezîfedarkirina bavê wê çûn Colemêrgê. Avşîn dibêje ew ji Colemêrgê ye. Ji ber Colemêrgbûyînê jî xwe serbilind dibîne.
DI NAVA MALÊ DE QET QALA KURDAN NEDIHAT KIRIN
Gerîlaya YJA Starê Avşîn, nêzîkatiya malbata xwe ya li ser mijara Kurdan bi vî rengî anî ziman: "Bavê min mamosteyê înqilapê bû. Li Colemêrgê em li cihê lojmanên polîsan lê bûn dijiyan. Piraniya karmendên dewletê li wan lojmanan dijiyan. Jiyana li lojmanan bi temamî li gorî pîvanên dewletê bû. Hemû derdor li wir xwedî vê rastî û nêrînê bûn. Di televîzyonan de dema tiştekî gelekî biçûk li ser Kurdan dihat nîşandan, bavê min yekser qenal diguherand. Min baş fêm nedikir, ji xwe hingî biçûk bûm. Dema çûm dibistanê çend hevalên min ên Kurd çêbûn. Me gelekî baş li hev dikirin û min ji wan hez dikir. Dibe ku bavê min ji ber mamosteyê dîroka Tirk bû, dixwest me ji Kurdan vegire. Min ev yek qet ji wî nepirsî, pêwîstî bi pirskirinê jî nedît. Min xwe weke mirovek ji Colemêrgê didît. Lê min nizanîbû Colemêrgbûyîn tê çi wateyê."
MIN BIHÎST KU HEVALÊN MIN WÊ BIÇIN ÇIYÊ, MIN JÎ GOT EZ Ê JÎ BI WE RE WERIM
Avşîn li dibistanê nîqaşên di nava hevalên xwe de bihîst û ji wan re gotiye 'min jî bi xwe re bibin' bi vî rengî berê xwe daye çiyê. Avşîn got, "Lêgerînên min nû destpê kiribûn, lê belê ji ber ku emrê min hînê têrê nedikir min zêde nedilezand. Dibe ku rewşeke nakok be; mirovek li Colemêgê bijî lê haya xwe ji têkoşîna azadiyê tinebe, haya xwe ji PKK'ê tinebe. Lê haya min jê tinebû. Ez diçûm dibistanê, ji bilî hin cihên weke tekvando û enstrumanan ku malbata min ez dişand, ti aktîveteyeke min a din tinebû. Cîhan dihejiya, lê tevî ku ez di nava wê hejandinê de bûm, haya min ji tiştekî tinebû û bi wî rengî dijiyam. Halbûkî zarokên Kurd di navenda vê rastiyê de, ev hejandin ji her alî ve hîs dikirin û dijiyan. Ji ber vê yekê, di encama zext, înkar û tinekirina dijminane de mirovan biryar didan ku li ku derê kîjan tercîhê bikin. Haya min ji van tinebû. Niha haya min jê heye û hîs dikim."
Avşîn wiha dewam dike: "Ez di nava rastiyeke welê de jiya me, ku min nedidît, nedihihîst, nizanîbû. Li xwe mukurhatina li vê yekê, dibe ku ji bo jineke ciwan a di emrê min de, bi êş be. Lê belê xuyaye malbatên me xwestine me weke ciwanên kor, ker û nizane bi tiştekî, mezin bikin. Yanî dixwest li gorî berjewendiyên sîstem û dewletê; ya pêwîst bibîne, ya pêwîst bibihîze û ya pêwîst bike, ev bes e. Lê belê tevî van hemû hewldanan jî ez niha dibihîzim, dibînim, dizanim û di nava têkoşînê de me. Halbûkî bihiştana ku em bibînin û tercîha xwe li gorî wê bikin, dibe ku zilma niha tê kirin tinebûya. Hemû gelên li Tirkiyeyê bila bihêlin haya zarokên wan ji hemû pirsgirêkên gelan hebe. Haya wan jê hebin, ku rêya xwe bi xwe hilbijêrin."
HEBÛNA ZÊDE YA JINAN LI ÇIYÊ, MIN ŞOQ KIR
Avşîn got, "Dema ez hatim çiyê, ji ber hebûna ewqasî zêde ya hevalên jin ez şoq bûm. Balkêş e; haya min jê tinebû ku li çiyê jin jî hene û bi tenê min da dû hevalên xwe û hatim. Niha li vê qada li pêşberî min bi sedan jin hene." Avşîn axaftina xwe wiha dewam kir: "Min ji hevaleke jin re got, 'min nizanîbû jin li çiyê hene'. Wê jî pirsî 'wê çaxê tu çima hat?'. Keniyam. Yanî ewqasî matmayî mabûm. Halbûkî bi hevalên xwe yên jin re hatibûm, lê ji ber wê rewşa şoqbûyînê, min hevokên şaş bi kar anî. Baş e ku yên nû gelek şaşîtiyan dikin. Ji hevrêyên xwe yên jin ez gelek tişt hîn bûm. Ez hînê di destpêka rê de me û gelek tişt hene divê hîn bibim."
DI NAVA PKK'Ê DE JIYANA RASTÎ HÎN DIBIM
Gerîlaya YJA Starê Avşîn got, "PKK cihê hemû bedewiyan e, niha bi awayekî rast dest bi xwendina jiyanê dikim. Salên min ên zanîngehê li vir destpê dikin. Ez dîrokê, civakê, takekes û xwe nas bikim. Bûyîna gerîlaya YJA Starê rewşeke cuda ye di nava jiyanê de. Ji ber ku ez hînî xweparastinê dibim. Li dijî her şêwe êrîşan. Hînê gerîlayeke ciwan im, yanî di asta hînbûnê de me. Bi hînbûnê re mirov hîn bêhtir ji xwe bawer dikin. Ev yek hêzê dide min."
Avşîn bal kişand ser hêz û wateya parvekirinê ya hevaltiya nava gerîla û got, "Di jiyana sivîl de hevalên min ên Tirk, bi seranserî nêz dibûn. Mirov kesek ji xwe fêm bike, nedidît. Lê di nava Kurdan de rewş ne bi vî rengî ye; nêzîkatiyek ku hewl dide te fêm bike heye. Di nava PKK'ê de ev di asteke gelekî cuda de ye. Hevaltiyeke welê heye ku di her kêliyê de hewl dide te fêm bike, alîkariyê bide te, di rewşên zehmet de li cem te ye û bi te re kêliyên bextewariyê parve dike, ji bo hînbûna te dibe destek heye. Ya ku ez ji Tirkan hîn nebûm, ji Kurdan hîn dibim. Hesteke bêhempa li vir heye."
Avşîn diyar kir ku dema nû hat dît ku her kes ji hev re dibêje 'heval' û bîranîneke xwe parve kir: "Sê-çar roj çêbûbûn ez hatibûm çiyê. Em di rê de hebûn, hevalan hewl didian me bigihînin qada perwerdeyê. Em li cihekî rûniştibûn. Hevalekî emrê wî bi qasî yê bavê min bû hat goti 'hûn bi xêr hatine heval'. Min jî ji nişka ve refleks nîşan da û got, 'Hevalê çi, tu di emrê bavê min de ye, çima tu ji min re dibêjî heval'. Heval jî bi rûyekî li ken got, 'Dibe ku ez di emrê bavê te de bim, lê tu hevala min e'. Min hingî fêm nekir. Piştî ku min perwerdeya şervanên nû dît, min fêm kir. Piştre min ew heval dît, lê vê carê min şerm kir. Lê wî dîsa bi rûkenî got, 'tu bi xêr hatiye heval'. Gotina ku herî zêde kêfa min jê re tê niha 'heval' e."
JINÊN DIXWAZIN AZAD BIBIN DIVÊ BERÊ XWE BIDIN REFÊN TÊKOŞÎNÊ
Gerîlaya YJA Starê Avşîn herî dawî got, "Li gorî min divê jin hemû berê xwe bidin têkoşîna azadiyê. Bi taybetî jinên gelên din ên li Tirkiyeyê dijîn. Ji ber ku di nava vê têkoşînê de azadiya gelan heey. Ya herî girîng jî azadiya jinan. Banga min ew e ku yên dixwazin azad bibin bila berê xwe bidin çiyê."