Meclîsa Jinê ya Viyan, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Wûpperatê kon veda.
ANF
WÛPPERTAL
în, 25 rezberê 2015, 07:43
Meclîsa Jinê ya Viyan, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li PÊŞ Cîty Arkaden a li bajarê Elmanya Wûpperatê kon veda. Çalakiya agahdarkirina raya giştî wê 3 hefteyan her rojên Pêncşemê bidome.
Di çalakiya ku komkujiyên dewleta Tirk lê tên teşhîrkirin de, jin der barê tecrîda li ser Ocalan de belavokan belav dikin.
Çalakî rastî eleqeyeke mezin a gel tê. Jinan dan xuyakirin ku heta Ocalan azad bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin û gotin, "Ji bo teşhîrkirina polîtîkayên şer ên dewleta Tirk û qedandina şer, em ê her li qadan bin."