'Bazara Xwezayî' bi piştevaniya jinan li ser piyan e
Li 'Bazara Xwezayî' a li gundê Ûzûndereyê, ku bi tenê jin dezgehê lê vedikin, her hefte berhemên bi destê jinan ve tên hilberîn, tên firotin. Jinên li bazarê dezgeh vekirin anîn ziman ku bazar bi piştevaniya jinan li ser piyan e.
OZGUR AYDIN
ÎZMÎR
sêşem, 29 rezberê 2015, 08:04
Li gundê Ûzûndere yê navçeya Îzmîr Karabaglarê, jin berhemên bi destê xwe çêdikin û fêkî û zebzeyên xwezayî yên li bexçeyên xwe, her roja Pêncşemê li bazara li meydana gund difiroşin. Bazara ku berî çar salan bi hewldana jinan hat avakirin, navê 'Bazara Organîk' lê hatiye kirin. Ji bo destekkirinê, ji her devera Îzmîrê jin tên vir û pêdiviyên xwe ji vir dikirin. Li vê bazarê, ji bilî jinan ti kes dezgehê venakin. Em bi xebatkarên bazarê re axivîn.
Fatma Sarikaya bibîr xist ku ev bazar beriya 4 salan hatiye avakirin. Sarikaya ragihand ku berê wê bi tenê dezgeh vedikir û got, "Min şilikî çêdikir û bi tena serê xwe difirot. Bi jinên li gund re, ji bo bazar li meydanê bê avakirin, em ketin nava hewldanan. Wê ji bo me bibûya çavkaniyeke debarê. Jinan ev kar bi ser xistin. Ev 4 sal in her roja Pêncşemê bazara me heye."
Sarikaya da zanîn ku jin berhemên xwe çêkirine, difiroş in û got, "Kêfxweş im ku di avakirina vê bazarê de bûm pêşeng. Ev der naşibe cihên din. Li malê têkiliyên me yên bi cîranan re çawa be, li vir jî bi heman rengî ye. Mînak; dema li malê qehwe diqede mirov ji cîranên xwe dixwazin. Li vir jî rewş bi heman rengî ye. Dema rûnê min diqede, yekser cîrana min tê bîra min. Em li gorî xwe vê derê bi rê ve dibin. Bi piştgiriya jinan re li ser piyan e."
'BI KELECANEKE MEZIN EZ XWE JI BO BAZARÊ AMADE DIKIM'
Seoka Bazara Xwezayî Makbûle Konût jî anî ziman ku xebata bi jinan re li cihekî tiştekî gelekî xweş e û diyar kir ku ev 4 sal in her êvara Çarşemê ew bi kelecaneke mezin xwe ji bo bazara roja Pêncşemê amade dikin. Konût ragihand ku sibeha Pêncşemê tên li Bazarê dezgehên xwe daîtinin û got, "Heta êvarê bazara me vekirî ye. Di van mehan de karê me hinekî kêm e. Bi giranî firotin di mehên zivistanê de zêde dibin."
Sevcan Oksoz da xuyakirin ku ew fêkî û zebzeyên xwe yên ji bexçe tînin difiroş in û da zanîn ku ji roja bazar vebûye û vir ve her hefte ew dezgehê datîne. Sevîm Ûral jî bi dayika xwe re dezgehê datîne û nanê li firina gund lê dixe, li vir difiroşe.