Li Brukselê çalakiya edaletê

Komek ji jinên li paytexta Belçîka Brukselê li hev civiyan, bi çalakiyek ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan ve hat organîzekirin re, şoreşgerên din ên di komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin bibîr anîn û xwestin komkujî bê ronîkirin.

Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê de wêneyên şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin.

Çalakgeran bi qîrîna dirûşmeyan, komkujî û hêzên komkujî kirine şermerzar kirin. Jinên beşdarî çalakiyê bûn dirûşma "Em hemû Sakîne ne, hemû Rojbîn in, hemû Leyla ne" berz kirin.

Di çalakiyê de hat xwestin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê azad bibe.

...